Helbestkar Zahîde: Hemû astengî ji holê rakir, gihaşt xeyalên xwe

  • 09:08 10 Çile 2018
  • Çand û Huner
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Helbestkar Zahîde Eskîcî ku tevlî 11’emîn Fuara Pirtûkan a Çukurovayê bû, tenê heta pola 5’an a dibistana seretayî xwendiye. Zahîde di fuarê de bi cil û bergên xwe yên neteweyî bal kişand û wiha got: “Jin helbestan jî dinivîsin, stranan jî, diçin ser zeviyan jî û li zarokan jî dinêrin. Ez ji bo vê bişikînim hîna ez ê gelek berxwe bidim. Ez ê têkoşîna jinê di pirtûkên xwe de bi cîhanê bidim bihîstin.”
 
11’emîn Fuara Pirtûkan a Çukurovayê ket roja 4’emîn û gelek kes tevlî fuarê dibin. Di fuarê de yek ji kesên balê dikişîne Zahîde Eskîcî ye. Zahîde piştî Gurgumê li gundê xwe Beşbucak a navçeya Andiri ya Gurgumê bicih bû.  Zahîde bi melhef û devşûgê xwe yê aydê herêma xwe tevlî fuarê bû. Zahîde tenê heta pola 5’emîn a dibistana seretayî xwend. Zahîde diyar dike ku ji 5 saliya xwe heta niha eleqeya wê ji bo helbestê heye.
 
‘Ji wê rojê şûnde helbestan dinivîsim’
 
Zahîdeyê di berdewamiya axaftina xwe de got tevî hemû zor û zehmetiyan helbest nivîsiye, gund bi gund geriyaye û wiha pê de çû: “Di salên dawî de ez gund bi gund geriyam, min stran, klam, lorîn û manî anî cem hev û kir pirtûk. Heta niha min 3 pirtûkên helbestê derxist. Min di pola 5’an a dibistanê de dest bi nivîsandina helbestê kir. Ji ber rewşa aborî min dest ji dibistanê berda. Min ji dayika xwe re got ‘ez dixwazim helbestan binivîsim’. Ji wê rojê şûnde min dest pê kir.”
 
‘Du cîhanên min hene û ez kêfxweş im’
 
Zahîdeyê daxuyakirin ku helbesta wê ya gel a di Wezareta Çandê de qeydkirî heye û ev tişt vegot: “Heta ji destên min tê ez tevlî bernayan dibim. Ji ber terza cil û bergên min, gelek kesî got  helbestkara bê GDO.  Ez jinek gundî me û gelek kêfxweş im. Bizinên min hene, çêlekên min hene. Hemû karê xwe jî ez dikim. Du cîhanên min hene. Ez gelek kêfxweş im.”
 
Zahîdeyê diyar kir ku du zarokên wê hene û hîna li gund dijî û kesên derdora wê jî piştgiriyê didin wê.