Femînerva bi dirûşma ‘Hilweşandina tabuyan, tunehesibandina qedexeyan’ derket

  • 09:02 6 Çile 2018
  • Çand û Huner
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Duyemîn hejmara Kovara jinan ‘Femînerva’  a ji aliyê Pîrebokên Kampusê ve derdikeve bi dirûşma ‘hilweşandina tabuyan, tunehesibandina qedexeyan’ derket.
 
Kovara jinan ‘Femînerva’ ya ji aliyê Pîrebokên Kampusê ve tê derxistin bi dirûşma ‘hilweşandina tabuyan, tunehesibandina qedexeyan’ derket. Buket Karaçayli derbarê hejmara nû ya kovarê de agahî da û diyar kir ku kovar sê mehan carê dertê. Buketê sedema derketina kovarê û derbarê dirûşma kovarê de wiha got: “Pêvajoyeke wisa ye ku hemû mafên jinan tune tê hesibandin, mudaxale ji bedena jinê bigire heta her qada jiyanê tê kirin û azadiya çapemeniyê tuneye. Loma di vê pêvajoyê de derxistina weşanek wisa qet ne hêsan bû. Em li tu derê gotina xwe nikarin bêjin, destûr ji bo axaftina me nayê dayîn, dengê me tê birîn, azadiya me ji destên me tê girtin. Me jî di pêvajoyeke wisa de hewcedarî bi derxistina vê kovarê dît. Ji bo em deng, gotin û nivîsên xwe bigihînin jinan, me serî li vê rêyê dan.”
 
Di vê kovarê de roportajek bi jinên femînîst ên Îranê re hatiye kirin cih digire
 
Buketê bi lêv kir ku kovar di alî naverokê de gelek dewlemend e. Analîz, nirxandin, nivîs û nêrînên nivîskar, akademîsyen, hiqûqnas û psîkologan di kovarê de cih digirin. Buketê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Em hewl didin xwe bigihînin jinên her alî û têkiliyên jinan xurt dikin. Jin bi weşana kovarê gelek kêfxweş dibin. Ev jî me kêfxweş dike. Kovara me di gelek mijarî de pêşxistina hişmendiya jinê dike armanc.”
 
Buketê destnîşan kir ku di vê hejmarê de hevpeyvîneke bi jinên femînîst ên Îranê re hatiye kirin cih digire û wiha got: “Me kovar li gelek bajarî belav kir.  Kovarê ji aliyê jinan ve eleqeyek mezin dît. Divê jin xwedî li vê kovarê derkevin. Pêşniyara me ev e ku hemû jin vê kovarê bixwînin.”
 
Wateya gotina ‘Femînerva’
 
Buketê derbarê wateya gotina Femînerva de jî wiha got: “Mînerva di mîtolojiyê de xwedawenda dad, mejî, hîkmet, şer û hunerê ye. Lê mixabin hemû wesf li mêran hatine bexşkirin. Ji ber vê me nikaribû ev wisa bihişta;me jî ‘Fe’ li serî zêde kir. Di encamê de ya ku em dikin jî şereke. Di vî şerî de tiştên ku pêdiviya me pê heye divê em bi hişê xwe û bi hunera xwe rengdar bikin."