Çapa pirtûka bi navê 'Jiyana min her pevçûn bû' bi Almanî û Îtalî hat weşandin

  • 11:30 5 Çile 2018
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Cilda 3'emîn a pirtûka jina Kurd a siyasetmedar Sakîne Cansiz ku li Parîsê hatibû qetilkirin ji aliyê Weşanên Mezopotamyayê bi zimanê Almanî û Îtalî hat weşandin. 
 
Yek ji damezrînera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê Fidan Dogan û ji tevgera ciwanan Leyla Şaylemez li Parîsê bi hev re hatibûn qetilkirin. Cîlda sêyemîn a pirtûka bi navê 'Jiyana min her pevçûn bû' a jina Kurd û siyasetmedar Sakîne Cansiz, berî salvegera komkujiya wê,  ji aliyê Weşanên Mezopotamyayê ve bi zimanê Almanî û Îtalî hat weşandin. Cîlda sêyemîn a pirtûka Sakîne Cansiz ku behsa derketina Sakine ya ji girtîgehê û çûyina wê ya Akademiya Mahsun Korkmaz piştre têkoşîna wê ya gerîlatiyê dike di sala 1996-97'an de hatibû amadekirin û di sala 2015'an de jî ji aliyê Weşanên Mezopotamyayê hatibû çapkirin. Pirtûka ku bi Almanî û bi navê "Mein ganzes Leben war ein Kampf"hat çapkirin, 3'emîn cîlda wê ya bi serenava binî "guerilla" hat weşandin. Wergera pirtûkê ji aliyê  Agnes von Alvensleben û Anja Flach hat kirin. Agnes von Alvensleben û Anja Flach her du cildên berê jî wergerandibûn.