Keleha dîrokî her sal bi xweşikbûna xwe bala turîstan dikişîne

  • 09:06 3 Çile 2018
  • Çand û Huner
 
Zeynep Turgut
 
ERDEXAN - Li navçeya Çildirê Keleha dîrokî ku jê re Keleha Şeytan jî tê  gotin xwedî xweşikbûneke dîrokî ye. Keleha ku bi xweşikbûna xwe balê dikişîne her sal ji hezaran turîstan re malovaniyê dike.  
 
Li navçeya Erdexanê ya Çildirê keleha Şeytan a  ku di dema Urartuyan de hatiye avakirin, bi xweşîkbûna xwe ya bêhempa balê dikşîne. Keleha dîrokî her sal rastî eleqeya gelê herêmê  û turîstan tê û ji  wan re malovaniyê dike. Tê gotin ku di dema Urartuyan  de sedema avakirina vê kelehê ji bo parastina ji êrîşên derve bûye.  Sedea ku ji vê kelehê re Keleha Şeytan tê gotin jî baweriyên wan salên ku keleh hatiye avakirin e.  
 
Keleha ku ji navenda Erdexanê 45 kîlometreyan dûr e ji navçeya Çildirê jî 15 kîlometreyan dûr e. Her sê aliyê kelehê jî kendal in û li ser taxta herî bilind hatiye avakirin. Di kelehê de deriyên veşartî hene û tê gotin jî ku sedema avakirina wan deriyan jî stratejî û takîtîkên şervanên Urartuyan bûne. Her çiqas çûyîna kelehê pir dûr be jî ji ber xweşikbûna vê kelehê her sal bi hezaran turîst û welatiyên li herêmê diçin serdana vê kelehê.