Sultana 81 salî bi alfabeya erebî helbestên kurmancî dinivîse

  • 09:08 31 Kanûn 2017
  • Çand û Huner
Rojda Aydin
 
AMED - Dayika Aştiyê Sultan Aksevînç(81) ku li Amedê dijî bi temenê xwe yê ciwanî de dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Sultan a ku salên dirêj e helbesta dinivîse û dixwîne got ku  wê Quran xwendiye û bi tîpên ku hîn bûye jî helbestên xwe nemir dike.
 
Dayika Aştiyê Sultan Aksevînç(81) ku li Amedê dijî bi temenê xwe yê ciwanî dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Gelê kurd û jin di beşên stran, huner, siyaset, felsefe û  wêjeyê de tên astengkirin ku pêş kevin. Sultan a ku salên dirêj e helbesta dinivîse û dixwîne behredariya wê ya wêjeyî hatiye nixamdin. Sultan a ku jiyana wê tim di nav têkoşînekê de derbas bûye û nehiştine ku alfabeya latînî fêr bibe û ew jî alfabeya erebî fêr bûye. Sultan a ku bi alfabeya erebî helbestên kurmancî dinivîse wiha got: "Di temenê min ê biçûk de têkiliya min a bi helbest nivîsandinê re hebû. Lê belê ji ber civaka me dibin zextan de bû min tu perwerde nedît. Wêje beşeke gelek zehmet e. Ji bo ku mirov helbesta binivîse divê xwedî agahdariyek baş be."
 
'Bi alfabeya erebî helbest nivîsand'
 
Civaka baviksalar a ku Sultanê di malê de heps kiriye û ji xwendin û nivîsandinê dûr xistiye jî bi ser neketiye. Sultan Quran xwendiye û fêrî alfabeya erebî bûye. Sultan a ku tirkî û erebî nizane bi alfabeya erebî helbestên xwe yên kurmancî dinivîse û wiha pêl da axaftina xwe : "Ez alfabeya latînî yanî tirkî nizanim. Lê belê ji ber demeke dirêj min Quran xwend e alfabeya erebî dizanim. Bi alfabeya erebî ya ku fêr bûm min dest bi nivîsandina kurmancî kir. Min nêzî 10 salan bi alfabeya erebî helbestên xwe yên kurmancî nivîsand."
 
'Destên min dilerize helbestên xwe dixim kasêtan'
 
Sultanê di berdewama axaftina xwe de got ku nêzî 70 helbestên wê yê nivîskî hene, lê belê niha nikare binivîse. Sultanê wiha got: "Ji ber pîrbûnê destên min dilerize. Êdî helbestan nanivîsînim. Ev helbestên xwe di 3 kasêtan de tijî dikim. Keça min jî dema fersend dibîne helbestên min vedigerîne nivîsê."
 
Sultan a ku helbest nivîsiye gelenperî mijara wan li ser bûyeran, komkujiyan, îşkenceyan, kiryarên nediyar  û windayan in.
 
Sultan ji bo parlementer û hevserokên ku di girtîgehan de ne  helbest nivîsandiye û helbesta wê wiha ye:Ey xayîn û cehşên dewletê!
 
Em kuştine, em girtîne, hemû me  birin hewaketê
 
Başkanê me, Rêberê me hatin û gotin êdî bese
 
Koletî, bindestî bikin erdê û heqiyê û edaletê
 
Zilma ku li ser wan çêbû tu mayî kêf nû lezetê
 
Wele nebêje ez navdar im, tu rûreşî û serberjêrî di nav miletê
 
Ey xayîn û cehşên ser kursiyê!
 
Serok û rêberê me hatin gotin êdî bese koletî û bindestiyê
 
Bike edalet û heqiyê
 
Bi rêverê me hatin zilm û zora ser wan çêbû tu mayî kêf û xweşiyê
 
Wele nebêje ez navdar im, xwelî serî wî bî tu çêbûyî ji dêyê
 
Xayîno em dikin nakin tu fem nakî
 
Tu li ser malê dinyayê pere hilakî
 
Tu qeymê xwe davê jî qet eslê xwe nas nakî
 
Wele roja Kurdistan çêbibe bi xîret û bi şeref