Zeycan: Şano bêyî jinê ne pêkan e

  • 09:06 30 Kanûn 2017
  • Çand û Huner
Rojda Aydin
 
AMED - Lîstikvana Şanoya Bajar a Amedê Zeycan Atêş ya ku derbarê girîngiya şanoyê de ji kameraya me re axivî  diyar kir ku şanû neynika civakê ye û ji ber wê şanoyek ku jin tê de nebe ne pêkan e. 
 
Her civak bi çanda xwe tê nasîn. Di nava vê çandê de wêje, awayê jiyanê, huner, şano û hrwk. hene. Di nava van beşên çandê de Şano cihekî girîng digire ji bo danasîna wê civakê. Me jî di vî derbarî de bi şanogera Şanoya Bajar a Amedê Zeycan Atêş re li ser jiyan, şano û girîngiya jinê ya di şanoyê de  hevpeyvînek kir. Zeycan a ku ji kameraya me re axivî diyar kir ku Şanoya neynika civakê ye û ji ber ku civak ji jin û mêr pêk tê bêyî jinê çêkirina şanoyê ne pêkan e.
 
Hûn dikarin di serî de hinek behsa xwe bikin? 
 
Ez berê bi şanoyê re eleqeder nedibûm. Di sala 1999’an de dema ku şanoya me di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya DBP'ê de xebatên xwe dimeşandin ez 14 salî bûm. Wê demê di bin banê şaredariyê de kursên folklorê dihatin dayîn û min jî li wê dest bi folklorê kir. Ez nêzî du sal û nîvan bi folklorê re eleqeder bûm. Piştre ez derbasî Komeleya Çand û Hûnerê ya Dîcle Firatê  bûm. Li wê derê jî min di koma reqsê de cih girt. Koma me koma  Derwêşê Evdî bû  jê re digotin dansa şanoyê  û min di wir de cih girt. Piştre şano bala min kişand û car caran min di lîstikan de dilîst. Piştre min nêzî du sal û nîvan perwerdeya şanoyê dît û di sala 2015’an de jî min weke lîstikvanekê dest bi şanogeriyê kir.
 
Sedema hilbijartina we ya şanoyê çi ye? 
 
Di nav malbata min de kesên ku bi şanoyê re eleqerder dibin hene. Malbata min bi hûnerê re eleqeder dibe. Mînak xweşîka min muzîkjen, xweşka min a din û birayê min jî wênesaz in. Vê eleqeya wan a çand û hunerê bandor li ser min jî kir.   Di nava malbatê de kesên ku ji min re bibin asteng tune ne. Berovejê wê ji bo ku ez şanogeriyê bikim piştgirî dan min.
 
Şano di jiyana te de di kîjan astê de ye?
 
Şano di jiyana min de cihê wê gelek cuda ye. Ez nizanim  wan hestên xwe çawa bînim ziman. Lê belê dikarim vê bibêjim  şano ne bi tenê ser dîkê ye. Şano parçeyek jiyana min e. dema ku min metnê lîstikan dixwend û li ser dixebitim min tiştek ferq kir. Min dît ku dîrok, çand, hûner û her tiştê din di nav lîstikê de hene. Yanî şano neynika civakê ye. 
 
Girîngiya jinê ya ji bo şanoyê çi ye?
 
Wekî ku min di serî de got şano neynike ji bo pênaseya civakê. Civak ji jin û mer pêk tê ji ber wê şano bêyî jinê ne pêkan e. Dema ku jin di wê şanoyê de nebe ew şano kêm e. Ji be ku jin rengê xwe dide şanoyê û wê temam dike. Yanî jin û mêrên di nav wê civakê de civaka xwe pênase dikin û divê ku jin tekez di şanoyê de rola xwe bilîze. 
 
Zahmetiyên listikvaniyê çi ne
 
Ji ber ku ez berê bi rexsê re eleqeder dibûm hîn tişt ji min re zehmed tên. Dema reqsê  ez bi tenê li ser laşê xwe dixebitîm, lê belê şano ne wisa ye. Ji ber ku di şanoyê de axaftin heye, divê bi temaşegeran re bi çavên xwe têkilikliyekê  daynî, hewil didî ku baş bê femkirin. Şanoyê ez tenê bi xwe re nalêzim, ez bi temaşevanan re  dilêzim. Ev jî bi min re kelecanê çêdike. Lê piştî ku du an jî sê caran mirov dertê ser dîkê êdî ewl kelecan jî diqede. 
 
Niha li Tirkiyeyê OHAL heye ev bandorek çawa li ser xebatên we dike?
 
Dema ku OHAL hat îlankirin, gelek navendên çand û hunerê hatin girin û herî zêde jî navendê ku xizmet ji çand û hunera kurd re dikirin hatin girtin. Vê rewşê bandoreke neyînî li ser me kir û em kirin zahmetiyan. Lê me ne ji hêza xwe û ne jî ji baweriya xwe tawîz neda û me karê xwe berdewam kir.  Em çiqas qadên çand û hûnerê vedikin ew digirin. Ev rewş wê heta ku derê bimeşe em nizanin. Lê wê dawî lê bê. Em bi xwe û temaşevanên xwe bawer in. Heta ku em û temaşevanên xwe piştevaniya hev bikin em ê bi ser kevin û tu hêz nikare me têk bibe.