Çanda kurd bi destê dayika Durê ji nû ve zindî dibe

  • 09:03 29 Kanûn 2017
  • Çand û Huner
Zeynep Turgut
 
COLEMÊRG - Li Colemêrgê dayika bi navê Durê Arslan ji bo ku hunera poşî, parzîn û xuçikan wenda nebe di temenê xwe yê 65 salî de bi şev û roj bi çêkirina poşiyan mijûl dibe. Dayika Durê dibêje ku ew ê xwedî li mîrataye dapîr û dayikên xwe derbikeve. 
 
Li herema Colemêrgê bi salane bi taybetî jinan her tim bi hûnera destan hewl dane ku çand û kevneşopiyên xwe biparêzin û li heremê herî zêde çanda hunera destan bi pêş ketiye. Ji  poşiyan, parzînên berîvanan heya bi xurçîkên hesp û hêstiran jinan bi nexşên herî xweşik bi destên xwe amade kirin.  Di dawatan de ji bo ser kirasan  poşiyên herî xweşik ku bi destê jinan hatine çêkirin heta roja me ya îro jî balê dikişînin.  Dayika bi navê Durê Arslan (65) bi çêkirina poşiyan hem debara xwe dike hem jî destûrê nade ku çanda bikaranîna poşiyan wenda bibe. 
 
'Jinan rengê neteweyî xwe diyar dikirin'
 
Dayika Durê bi lêv kir ku di dema berê de çand mîna jiyanê her tim zindî bû û wiha berdewam kir;"Di kevneşopiyên me yên berê de gava ku dawat çêdibûn me jinan bi hev re karê xwe dikir, cil û bergên herî xweşik li xwe dikirin û di dawatan de pêşkêşiya govendê dikir. Di demên berê de ji bo min jiyan bi watedartir bû. Wê demê jinên ku poşî li serê xwe nedikirin biyanî dihatin dîtin. Di wan deman de Dayikên me bi keda destên xwe hilberîn dikirin. Poşiyên herî xweşik bi destên dayikên me dihatin çêkirin. Di çêkirina poşiyan de jî herî zêde rengê kesk, sor û zer dihat bikaranîn. Ev jî dihat wê wateyê ku jin rengê neteweyên xwe li ser poşiyan nexş dikirin. Xwedî derketina ked û çandê berpirsiyariya her kesî bû. Bi xwedîderketina keda destê dayikan çanda kurd xwe heya niha anî.Ji ber wê yekê jî hilberandina poşiyan çandeke kevnare ye."
 
'Divê çand winda nebe'
 
Durê diyar kir ku parastina çandê weldanek mezin dixwaze û got ku dayika wê ji wê re gotye parastina çandê girînge û çanda xwe biparêzin. Dûrê bal kişand ser hilberandina polîyan jî û ev tişt got:"Ez 60 salî me û heya niha min debara xwe bi hilberandina poşiyan kiriye.  Ez dixwazim hem ji bo malbatê hem jî ji bo civaka xwe bibim mînakek. Lê nihya ez di hilberîna wan de zahmetiyan dikişînim, ji ber ku bi şûjina biçûk tên çêkirin çavê min jî baş nabînin. Lê dîsa jî ez dev jê bernadim.  Poşî zêdetir li herema Wanê û Colemêrgê tên bikaranîn. Dayikên me her tim ji me re digotin dibe hûn her tiştê xwe wenda bikin lê tu car destûr nedin çanda we wenda bibe. Ji ber ku çêkirina poşiyan zehmete, mehê ez yekê xelas dikim.  Parzînan, poşiyan û xurcîkan çêdikim. Dayikên me piştî bêrîvantî dikirin şêrê ku dianîn bi parzînan diparzinandin.  Xurcîk jî ji bo hêstiran tên çêkirin bi stûyê wan vedikin ev jî xemla hêstiran e. Li  Herêma me hûnera destan dewlemendtir e."
 
'Pêwîste em jin xwedî li keda xwe derbikevîn' 
 
Durê herî dawî  anî ziman ku ew ê  tu carî dev ji kevneşopî û çanda xwe bernede û wiha axaftina xwe bi dawî kir;"Ev çand û kevneşopî ji dayikên me mîratiyek e ji me re. Pêwîst e em her tim xwedî li çand û kevneşopiyên xwe derbikevîn. Em destûr nedîn ku nexşên bi hewlek mezin derketine hole wenda bibin."