Bi pirtûkên ji çopê komkirin pirtûkxane vekirin

  • 09:03 26 Kanûn 2017
  • Çand û Huner
Duygu Erol
 
ENQERE - Karkerên paqijiyê yên şaredariya Çankayayê, bi pirtûkên ji çopa fabrîkayekê ya li taxa Îmrahor a Mamakê kom kirin pirtûkxane vekirin.
 
Xebatkarên paqijiyê yên Şaredariya Çankayayê ya li Enqereyê, fabrîkayek tuglayê ya kevn ku 45 sal berê hatiye çêkirin û wêran bibû, ji nûve ava kirin û kirin navenda komkirinê. Li fabrîkaya ku 600 karker bi kar tînin, odeyên wekê revîr, midûriyet, navenda tenduristiyê, salona bêhnvedanê, mutbex, salona sînemayê heye û her wiha korîdoreke fabrîkayê jî ji aliyê karkeran ve hat restorekirin û kirin pirtûkxane.  Karkeran pirtûkên ji çopê kom kirine ji nû ve tamîr kirine û li pirtûkxaneyê bi cih kirine.  Li pirtûkxaneyê 4 hezar û 200 pirtûk hene. Karkeran ji bo pirtûk li malê jî bên xwendin û ji bo kesên bi malbatî pirtûkan bibin malê tabana daneyê ava kirin.
 
‘Me nedizanî wê wisa bibe’
 
Berpirsa Çavkaniyên Mirovan a Hevkariya Kar a Norm-Altaş ya Şaredariya Çankayayê Sema Beşkaya diyar kir ku dema nû dest pê kirine nedifikirin ku pirtûkxaneyek wisa ava bikin û wiha pê de çû: “Pirtûkên ji çopê hatin, ewil me got em ê çawa binirxînin.  Li ser vê fikra pirtûkxaneyek karkeran em vekin derket holê.  Ewil em gelek fikirin. Fikarên me hebûn. Me got wê nîvco bimîne. Lê me got em dîsa bidin destpêkirin. Piştre me dît ku hemû ref tije bûne.”
 
‘Em hedef dikin ku pirtûkan belav bikin’
 
Semayê bi lêv kir ku  dema nû pirtûkxane ava kirine ji Tîma Bêsînoran pir piştgirî dîtine û  got vê tîmê li dibistanên gund jî alîkariya pirtûkan kiriye û havînan 150-200 pirtûk bexşandine. Semayê wiha got: “Yên ewil bexş kirin Tîma Bêsînoran bû. Dema dibistan dikevin betlanê  welatî pirtûkan kom dikin û davêjin çopê.  Bi komkirina van pirtûkan û bexşan niha 4 hezar pirtûkên me hene. Hedefa me 5 hezar pirtûk e. Pirtûkên din jî em ê li gundan din pirtûkxaneyan.”