Lêkolînek cuda: ‘Li Stenbolê zewacên tevlihev’

  • 09:10 24 Kanûn 2017
  • Çand û Huner
Bêrîtan Canozer
 
STENBOL-Ece Guneş Saadetyan belgefîlma ‘Li Stenbolê zewacên tevlihev:Du dil sê pirtûk’ ku derhêneriya wê kir wiha vegot: “Di belgefîlmê de li ser mijarên mehrên ku ol û saziyên olî dikevin dewrê, zarok û aliyê cenazeyan tê rawestandin û her wiha dema kesên zewicandî û sazî rastî rewşa bi pevçûn tên çawa tevdigerin, kîjan rê dişopînin disekine. Di qada zanistên civakî û belgefîlm de ev mijar wek erdê ku li Tirkiyeyê nehatiye cotkirinê ye.”
 
Belgefîlmê ‘Li Stenbolê zewacên tevlihev: du dil sê pirtûk’ ji aliyê zanîngeha Kadîr Has ve hat amadekirin û çêkirin û lêkolîna wê Prof Dr. Asker Kartaj û her wiha derhêneriya wê jî Ece Guneş Saadetyan kir.  Di belgefîlm de Ermenî, Rum, Musevî û Mislimanên ku bi hev re dizewicin tên vegotin. Di rojên borî de belgefîm derket pêşberî temaşevanan û eleqeyek mezin dît. Ji ber der barê mijarê de lêkolînek berfireh tine. Derhênera belgefîlm Ece der barê fîlm de axivî.
 
‘Li dijî pirsgirêkan çareserî’
 
Eceyê diyar kir ku dema belgefîlm amade kiriye ji zewaca xwe derketiye rê û wiha got: “Bi zewaca tevlihev ya min kir, hinek tiştên di jiyana min de li gorî kesên zewaca tevlihev nekiriye hene. Piştre min mereq kir ku kesên zewaca tevlihev nekirine, çi dijîn. Hun dizanin der barê mijarê de stran, klam, fîlm, çîrok û rêzefîlm hene. Ev mijar di hilberîna wêje û hunerê de jî bûye çavkanî lê welatê me heta îro mereqa zanistî nekişandiye ser xwe.”
 
Eceyê daxuyakirin ku zewaca di navbera Musevî, Ermenî, Rum û Mislimanan de hatine kirin di her alî de kirine mijar.
 
‘Ewlehiya kesên zewicandî’
 
Eceyê bi lêv kir ku dema fîlm çêkirine mahremiyet jî li ber çavan girtine û got hevdîtina bi kesan re kiriye ji ya di belgefîlmê de cih girtine gelek gelek zêdetire û got yek bi yek bi kesan re hevdîtin kiriye û mahremiyeta wan jî li ber çavan girtine. Eceyê daxuyakirin ku wan hewl daye ji bo gelek pirsan bibin bersiv.