Huner, sohbet, çay: Mala Hunerê ya Hermel Cafe

  • 10:10 22 Kanûn 2017
  • Çand û Huner
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Tiştên Mala Hunerê ya Hermel Cafe ji kafeyên din cuda ye. Ya girîng taybetmendiya ku didin çand û hunerê ye. Bahar Bozkurt diyar kir ku hewl didin xweşikbûna alternatîf li çanda kafeyê zêde bikin û got kesên dixwazin sohbeteke germ a bi hunerê re tevlihev bûye, bikin bila bên serdana Hermel Cafe yê.
 
Mala Hunerê Hermel Cafe sale berê li navçeya Seyhan a Edenê li taxa Kuru Kopru hat vekirin. kafe rengîkî cuda li çanda kafeyan zêde dike. Ligel meşrubatên sar û germ, xwarinên gelek xweş jî di menuya wan de heye. Her wiha li kafeyê di beşên cuda yên hunerê de ders tên dayîn. Şanoger Bahar Bozkurt  der barê mijarê de gahî da û got: “Qeydên dersên erbane, baglama, şano, folklor, koro û şanê hatine destpêkirin.”
 
Baharê daxuyakirin ku ew hewl didin hînbûnên wekê xwarin û vexwarinê ya li kafeyan bişikînin û ev tişt anî ziman: “Wek tê zanîn yek ji qadên civakîbûnê kafene. Mixabin ciwan li van deran bi awayekî neyînî bi bandor dibin. Tiştên ne baş hîn dikin. Me jî xwest em hawireke ku ciwan xwe di ewlehiyê de hîs bikin ava bikin.  Ji ber vê me kafeyek alternatîf vekir.”
 
Ji her kesî re vekiriye
 
Baharê di berdewamiyê de destnîşan kir ku li dijî cihên ku asîmîasyon û hişbir heye, cihekî cuda vebikin û got: “Me li dijî asîmîlasyon, ji rêderketin û hişbirê ji bo ciwanan hawirek çand û hunerê vekir. Ne tenê ciwan her kes dikare bên kafeyê. kesên dixwazin sohbeteke germ ya bi hunerê re tevlihev bûye, bikin bila bên serdana Hermel Cafeyê.”