Koma Helbestê ya Amedê bi nêrînên jinan geş dibe

  • 09:06 21 Kanûn 2017
  • Çand û Huner
Rojda Aydin
 
AMED- Jinên ku beşdarî Koma Helbestê ya Amedê bûn hêstên xwe yên derbarê wêjeya kurdî de anîn ziman û wiha gotin: “Ji bo pêşketina ziman û wêjeya kurdî em xizmetê ji zimanê xwe re dikin.”
 
Dildarên Zimanê Kurdî  ji bo pêşketina wêjeya kurdî  gaveke girîng avêtibû û di 5’ê Kanûna 2017’an de li Amedê bi pêşengiya helbestkar Roza Metîna û Nivîskar Hesîb Yanliç  bi beşdarbûna hinek helbestkar, nivîskar, mamoste û xwendekaran  Koma Helbestê ya Amedê ava kiribûn. Di komê de li ser helbestên helbestkaran û jiyana wan  nîqaş tên kirin û her wiha şevên helbestan tên lidarxistin û helbest tên xwendin.  
 
Yek ji kesên ku beşdarî Koma Helbestê ya Amedê bûye jî  Nivîskar Aynur Ozbay e. Aynurê anî ziman ku armanca avakirina vê komê ew e ku bi zimanê zikmakî helbestan bixwînin, hest û hezkirina xwe bi zimanê xwe derxin holê û wiha berdewam kir: “Ev cara yekem e ku li Amedê komeke helbestê tê avakirin. Ji ber ku li amadê hemû saziyên kurdan hatin girtin cih tunebû em bi zimanê xwe lê helbestan bixwînin û nîqaşan bikin. Lê piştî ku kom hat avakirin em ji du hefteya carekê tên gel hev û bi zimanê xwe yê Kurmancî helbestan dixwînin û li ser helbestan nîqaşan dikin. Her ku roj diçe em zêdetir girêdayî helbestan dibin. Helbest dibin parçeyek jiyana me û em jî hezkiriyê helbestê ne.”
 
‘Em di helbestan de cihê jinê nîqaş dikin' 
 
Aynûrê di berdewama axaftina xwe de got ku bi gelemperî li ser hemû helbestên helbestkaran nîqaşan dikin û wiha pêl da axaftina xwe: “Mînak em helbestên helbestkarên berê Meleyê Cizirî, Baba Tahîrê Uryan, Feqiyê Teyran û hwd. dixwînin û nîqaşan dikin. Helbestkarên berê çawa ku bi eşqekê mezin û bi dildarî helbest nivîsîne em jî bi kêfxweşî helbestên wan dixwînin. Her wiha dema em helbestan dixwînin û nîqaş dikin, nêrîna helbestkarên kurd ên li hemberî jinê, di helbestan de cihê jinê li ku ye digirin dest.”
 
‘Em dixwazin hîn zêde jin tevlî komê bibin’
 
Aynûrê herî dawî anî ziman ku Koma Helbestê ya Amedê ji mamoste, nivîskar, helbestkar û xwendevanan pêk tê û ev kom ji hemû kesî re vekiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hejmara koma me ne diyar e. Ji ber ku ev kom ji hemû kesî re vekiriye, kî bixwaze ew dikare tevlî bibe. Ji ber vê jî em dixwazin hîn zêde jin tevlî komê bibin.”
 
‘Helbest bû parçeyek jiyana min’
 
Ji van kesên ku beşdarî komê bûne yek jî Civaknas Ferîde Oguz e. Ferîde bi lêv kir ku ji ber ji helbest û zimanê kurdî hez dike tevlî vê komê bûye û wiha axivî: “Sedema tevlîbûna min ew e ku ez dixwazim xizmetê ji zimanê dayika xwe re bikim. Her wiha ji bo wêje, çand û hûnera me neyê jibîrkirin di nav vê xebatê de cih digirim. Ji ber vê jî ev kom ji min re bû alternatîfek. Dema em di komê de li ser helbestan nîqaşan dikin fikrên hemû hevalan digirin û ez bi vî awayî fêrî hin tiştên dinê jî dibim. Helbest bû parçeyek ji jiyana min.”