Bi xeml û xişikên ku hildiberîne xeyalên xwe pêk anîn

  • 11:20 20 Kanûn 2017
  • Çand û Huner
AMED - Jina bi navê Bêrîtan Akguna ku bi temenê xwe yê 19 salî zewiciye ji bo ku bi tena serê xwe li ser nigên xwe bisekine dikaneke bi navê ‘Pînpînîk Xemilandin’ vekiriye û dixebite. Bêrîtanê got ku ji ber zewaca pir ciwan û xeşimiyê ew zewac gelekî eziyete. Divê mirov bikaribe li ser nigên xwe bisekine û divê mirov berpirsyara jiyanê hilde ser milên xwe.
 
Jina bi navê Bêrîtan Akgun di temenê xwe yê 19 salî de hatiye zewicandin dayika du zarokan e.  Berîtan ji ber di temenê xwe yê 19 salî de hatiye zewicandin di ciwaniya xwe de li derve tu kar nekiriye. Lê Berîtanê her xwestiye ku bi xwe debara xwe bike û di nava civakê de bi keda xwe li ser lingên xwe bisekine û debara xwe bike.  Lê belê ji ber zarokên wê biçûkbûne nikaribûye bixebite. Piştî çend salan zarokên wê jî êdî mezin bûne û piştre xwestiye ku dest bi karekî bike. Berîtanê niha semta Tesîslera ya navçeya Kayapinara Amedê ji xwe re dikaneke bi navê ‘Pînpînîk Xemilandin’ vekiriye. Berîtanê di dikana ku vekiriye de ji toza keviran xeml û xişikan çêdike û pê debara xwe dike.
 
Berîtanê diyarkir ku divê mirov  bikaribe li ser lingên xwe bisekine û divê mirov berpirsyara jiyanê hilde ser milên xwe û wiha pêl da axaftina xwe: “Civaka baviksalar her li dijî jinê ye û wê asteng dike. Dewlet  û mêr naxwazin ku jin azad bibin û azad bijîn. Dewleta baviksalar a ku li dijî jinê tevdigere bandora xwe li ser tevahiya civakê dike û dibe sedem ku mêr rê li ber jinê bigire û wê di malê de hepis bike. Jina ku di malê de tê hepiskirin barê herî giran kar û debara malê jî li ser milên wê dimêîne. Lê li gel vê fedkariya jinê jî ev karê wê li ber çavan nayê dîtin û keda wê tê çewisandin.  Ji ber ku çewisandina keda min li zora min diçû min xwest ku ji bo xwe karekî bikim. Min ji karê hunerê hez dikir. Min ji xêzkirina wêneyan gelek hez dikir  û min bi vekirina dikaneke bi navê  Pînpînîk Xemilandin re xeyalên xwe bi cih anîn. Ez di vê dikana xwe de ji toza kevir xeml û xişikan çêdikim . Van xemlên ku ez çêdikim difiroşim û pê debara xwe dikim.”
 
‘Mal ji bo jina zindan e’
 
Berîtan di berdewama axaftina xwe de got ku hemû jin jî dizanin ku dema mirov li malê be ew mal zindan e û wiha pê de çû: “Mal ji bo jina zindane. Ji ber ku zarokên min biçûk bûn hetanî niha min nikaribû li derve ji xwe re karek bikira. Ez bi tenê bi karê malê re eleqedar dibûm û min li zarokên xwe dinêrt. Lê niha zarokên min hinek mezin bûne  û ji min re jî hewcebû ku bixebitim. Li malê min her roj heman tişt dikir û karê ku min dikir li ber çavan nedihat dîtin. Ji ber ku keda min nedihat dîtin gelek li zora min diçû. Ji ber vê jî min xwe di nava vî karî de dît û ez ji  vî karî jî hez dikim.  Dema zarok tên û dibêjin marketa pêlîstokan ez gelek kelecan dibim."  
 
‘Zehmetî bi tenê zarok in’
 
Berîtan bi lêv kir ku ji ber ji karê xwe hez dike tu zahmetiyan nakişîne û wiha got: “Zahmetiyên cuda hene. Mînak du keçen min hene û ez zêyde nikarim bi wan re mijûl bibim. Carna tên li gel min û em bi hev re dema xwe derbas dikin. Lê ev têra wan nake nake. Berê zarokên min diçûn dibistana kurdî. Lê ew jî hatin girtin. Ji ber vê jî zarokên min  niha naçin dibistanê. Ez li hêviya ku carekedin dibistanên me bên vekrin im."
 
Bêrîtan di dawiya axaftina xwe de got ku ew li qezenca zêde nagere û wiha got:“Hin tişt hene ku di warê manevyatê de mirov têr dikin û gelek girîngh in.  Dema ku manevyet tune be aborî zêde tiştekî nade mirov."