Ziman hebûna mirov e!

  • 09:02 18 Kanûn 2017
  • Çand û Huner
 
Îlham Eloso
 
KOBANÊ-Di cîhanê de şoreşa herî mezin, şoreşa ziman e. Gelê Kurd jî bi salane ji bo zimanê xwe şer dike û heta  îro bi saya berxwedêrên azadiyê dengbêjî, berxwedana dayikên kurd  û  bi saya Fikir û Felsefeya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan têkoşîna hebûn û zimanê xwe kiriye.
 
 Li Kantona Kobanê ango li tevahî xaka Rojavayê Kurdistanê ji bo bikaranîna zimanê dayîkê, zimanê kurdî Gelê Kurd her di nava şer û şoreşê de bû. Gelê rojavayê Kurdistan ji ber serdestiya Rêjîma BAIS'ê bi awayê veşarî bi zimanê xwe axivî û li gel alfebeya erebî bi alfebeya latînî xwe hînî zimanê xwe kir.
  
Lê îro li rojavayê Kurdistanê li herêma Cizîr, Efrîn û herêma Firatê di van salên dawî  de bi zimanê xwe bi awayekî azad dixivin û bi zimanê xwe xwe perwerde dikin.  Ev jî hemû bi saya şoreşa 19`ê Tîrmehê  bû ku di nava şoreşê de ji bo zimanê dayikê jî şoreş hat kirin." 
 
Di vê çarçoveyê de endama akademiya Şehîd Viyan Amara Rojîn Mihemed axivî û wiha got: " Ziman  hebûna gelan e û
 hebûneke zindî ye,  Zimanê Xwe Zindî bikin." 
 
Li Hember Rêjîmê Têkoşîn
 
Rojîn di dest pê kê de  li ser tekoşîna ku li beramberî Rêjîma Basê hatiyê kirin axivî û ev tişt got: "Beriya Şoreşa Rojava hemleya azadkirina Kobanê hemû dibstanên me yên Rêjîmê bûn. Lê tevî vê yekê jî me dev ji zimanê xwe berneda. Me bi dizî li navenda çand û hûnera Baqî Xido perwerdeya xwe ya bi ziman kurdî didît. Gelek caran jî polîsan êrîş dikir. Lê tevî vê jî me her tekoşîn dida. Ev tekoşîn bû sedem ku weke çandekê fêrbûna ziman di nav gel de belav bû." 
 
Li dijî bindestiyê têkoşîna ji bo zimanê dayikê!
 
Rojînê bal kişnd ser bandora berxwedana Konê ya li ser ziman û wiha got: "Bi Şoreşa Rojava  re û bi taybet jî bi berxwedna Kobanê re, xebatên ji bo fêrbûna zimanê dayikê zêde bûn. Tevî ku gelê me di koçberî û komkujiyan re derbas dibû jî, mamosteyên me dev ji erka xwe bernedan. Di kampan de ji bo zarok û jinan dersên ziman didan. Serkeftina herî mezin ew bû ku li dijî bindestiyê me ji bo zimanê xwe têkoşîn da û dest ji zimanê xwe berneda."  
 
 Ji komên biçûk ber bi akademiyê ve!
 
 Rojînê li ser komên perwerdeyê yên biçûk  geşkirina ziman heta roja îro asta ku hatiye jî wiha axivî: "Piştî berxwedana Kobanê  û avakirina bajêr weke mamosteyan Saziya zimanê Kurdî vekir û  me dewreyeke ziman da destpêkirin. Piştî vê gavê ji bo zêdekirina hêjmara mamosteyan û perwerdekirina wan akademî hat vekirin. Me bi 30 mamosteyî dest pê kir û di nava dibstanên Kobanê de hatin bicihkirin."