Fîlmê ku jiyana Taybet Înan vegot hat xelatkirin

  • 15:17 10 Kanûn 2017
  • Çand û Huner
STENBOL - Kurte Fîlmê ku jiyana jina bi navê Taybet Înan ku di serdema qedexeya kolanan li Sîlopiyê hat qetilkirin vegot yê bi navê "Yedî Gun Yedî Gece - Heft Şev û Heft Roj" li Rojên Fîlman yên YE'yê de hêjayî xelatê hat dîtin.
 
Kurte Fîlmê jina bi navê Taybet Înan ku di serdema qedexeya derketina kolanan a li Sîlopiya Şirnexê bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma yê bi navê "Yedî Gun Yedî Gece - Heft Şev û Heft Roj" hat çêkirin. Fîlmê ku hat çêkirin di 7'emîn Rojên Fîmanê yên Mafên Mirovan ên YE'yê de hêjayî xelata duemîniyê hat dîtin.