Ji korîdorên şîrketê ber bi setên fîliman: Her tişt bi xeyalan dest pê dike

  • 09:18 9 Kanûn 2017
  • Çand û Huner
Evrîm Kepenek
 
STENBOL - Nurdan Tumbek Tekeoglu  li pey xeyalên xwe çû û deriyên nû vekir. Xeyalên wê ew ji korîdorên şîrketê girt û bir setên fîlîman. Nurdanê di demek kurt de gelek fîlm û belgefîlm çêkir û rêhevala wê ya nû sînema bû.
 
Nurdan Tumbek Tekeoglu bi salan di şîrketên saziyê de xebitî. Nurdan wek gelek kesî sibehê zû radibe, diçe karê xwe.  Lê di dilê Nurdanê de dengek hebû.  Vî dengî digot li pey xeyalên xwe biçe.  Li ser vî dengî ewil ji karê xwe îstîfa kir. Piştre li pey xeyalên xwe çû. Fîlmên ku çêkirina wan girt ser xwe heta niha li 60 welatî derket pêşberî temaşevanan.
 
‘Min dest ji sînemayê berneda’
 
Nurdanê ku belgefîlma bi navê ‘Sira Dişi Însanlar’ çêkiriye  jiyana mirovên Behrareş vedibêje û dema xwe vedibêje jî ji dayika xwe mînakan dide. Nurdan diyar kir ku dayika wê her tim xwestiye bibe şanoger lê ji ber pergala serdest ya mêr tu car derneketiye ser dikê û wiha got: “ Dayika min niha hewesa xwe ya hunerê bi xênexêziyê dike.”
 
Nurdanê çîroka xwe ya naskirina sînemayê jî wiha vegot: “ Di şîrketa dixebitîm de di çarçoveya projeya berpirsyariya civakî de me pêşbirka kurtefîlmekî pêk anî. Me bi salan ev pêşbirk organîze kir û carek din ez ji sînemayê qût nebûm.”
 
‘Min senaryo bi zorê da nivîsin’
 
Nurdanê di nokteya nivîsandina senaryoya belgefîlm de hevjînê xwe jî îqna kiriye û wiha pê de çû: “Çîrokek derbarê jinên Behrareş ya vedigot hebû. Lê nenivîsîbû.  Min kir odeyekê û bi zorê pê da nivîsin.”
 
Piştî vê senaryoyê  her duyan şîrketek produksiyonê ava kir û hem çêker û hem jî wek derhêner îmze avêtin gelek fîlman. Nurdan piştî belgefîlma xwe ya derbarê jinên behrareş de  fîlmê xwe yê yekem yê ‘Oyle Sevdîm Kî Senî’ kişand. Nurdanê diyar kir ku her tişt bi vî fîlmê zehmet bûye û got kesî ew nas nedikirin û ji bo lîstikvan bibînin jî zehmetî kişandine.
 
‘Ya herî zehmet xeyal bû’
 
Nurdanê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku bi vê fîlmê gelek xelat ji derveyê welat girtine û got: “Em dîsa ji bo belgefîlm ketin tevgerê. Me belgefîlma bi navê Sira Dişi Însanlar kişand.  Vê jî gelek xelat girt. Di festîvalek derveyê welat de fîlmçêkerekî Macar ji min re got ‘Çêkirina fîlm ne zehmet e, ya zehmet xeyalê wê ye. Mirov carekê xeyal bikin mirov teqez wê bikin.’ Ji wê rojê şûnde ez di vî fikrî de me. Her tişt bi xeyalê dest pê dike.