Reng û têkoşîna 3 jinan di şanoyê de gihişte hev

  • 09:06 9 Kanûn 2017
  • Çand û Huner
Zeynep Turgut
 
WAN - Li navenda çand û hûnerê ya Notaya 8'emîn 3 jinên şanoger  li hemberî civaka ku dibêje 'Ji jinê re şerm e' tedikoşin û xeyalên xwe bi cih tînin û li ser dikê bi lîstîkên xwe kesên ku dibêjin 'Ken û kenandin ne mafê jinan e' re dibin bersiva herî mezin.
 
Her çiqas ji dîrokê heya niha qada çand û hûnerê her tim ji bo jinan wekî ku şerim be hatibe dîtin jî jin li hemberî hemû astengiyan niha ji  çand û hûnerê re pêşengiyê dikin. 3 şanogerên jin li hemberî civaka feodal berxwe didin û  piştî  hewldanek û berxwedaneke mezin niha cihê xwe di şanoyê de digirin. 3 jinên şanoger  niha li Şanoya Notaya 8'emîn di her lîstîkan de dibin pêşengên lîstîkên ku tên pêşkêşkirin. 
 
'Di civaka feodal de hezkirin ne girîng e'
 
Ji van lîstikanên berxwedêr yek jê jî Dilvîn Abî (21) e. Dilvîn diyar kir ku ew bi şanoyê li hemberî hişmendiya baviksalar a serdest li ber xwe dide û wiha axivi;" Ev 3 meh in ku ez şanogeriyê dikim. Şano ji bo min her tim balkêş dihat. Lê mixabin ji ber astengiyên civakî mirov nikaribû bibûna şanoger. Ji ber ku li gorî civaka baviksalar ne ken ne jî kenandin ne mafê jinan bû. Ji zarokatiya xwe heya niha her tim kêfa min ji kenê mirovan re dihat. Min her tim ji xwe re digot xwezî jiyaneke hert im bi ken pêkan bûya. Mirov hûnera xwe di zarokatiyê de diafirîne. Min jî dixwest ez vê hunera xwe ji civakê re pêşkêş bikim. Em her tim li gorî daxwaziyên civakê dibin xwedî pîşe. Malbat û civak kîjan pîşeyî bixwazin û li gorî wan rastî kîjan be divê mirov wê bike. Lê afirandin û behredariya mirov hembez nakin. Niha ez di nava xebatên şanoyê de me ji ber ku ez di warê şanoyê de jêhatî me. Li hemberî hemû rastiyên şaş ez karê ku tê de serkeftî me dikim. Ev jî min kêfxweş dike. Bêguman di şanoyê de cih girtin  piştî têkoşîn û daxwaziyeke xurt  pêk hat. Di civakên baviksalar de ne hezkirin û behredarî, ya girîng berjewendî ye. Jinên şanoger li ser dikê tenê lîstîkan nalîzin. Di heman demê de  li hemberî zordestiyê jî li  berxwe didin."
 
'Di şanoyê de tenê rengek hebû'
 
Şanoger Berîvan Budakbeyoglu (26) jî da zanîn ku berê li ser dikê rengê jinan tunebû û got ku jin li ser dikê li berxwe dide û wiha berdewam kir:" Ev 3 sal in ez şanogeriyê dikim. Kêfa min pir zêde ji şanoyê re tê. Şanogerî her tim xeyalê min a yêkem bû. Di nav malbatên me de her tim şanogerî ji jinan re şerim dihat dîtin. Ji ber wê yekê jî hişmendiya mêr jî li gorî rengê xwe huner dida meşandin. Afirinerên hunerê her tim veşartî û bindest bûn. Ez çend salan li hemberî vê hişmendiyê tedikoşiyam û hîna jî tedikoşim. Gava ku min nû di şanoyê de cih girt, lîstîkvan hemû mêr bûn. Dema me prova dikir hemû mêr bûn.  Ev yek gelek li zora min diçû. Derhêner mêr bû û ji ber wê jî di lîstîkan de jî pir zêde aşkere dibû ku ew lîstîk derhenêrê mêr amade kiriye. Ji ber ku tenê rengek hebû ew reng jî hem bindest û hem jî zordest bû. Heta min jî ji xwe şerm dikir. Min ji derhêner re digot bila hevalên mêr çavên xwe bigirin, ez ê wisa lîstîkê bilîzim. Derhêner jî ji vê gotina min matmayî ma bû. Lê niha di şanoyê de herî zêde jin cih digirin."
 
'Huner bêyî jinê ne pêkan e'
 
Herî dawî şanoger Necla Îlçen (27) jî bi lêv kir ku ger di şanoyê de rengê jinan tunebe wateya hunerê nîne û wiha pê de çû:" Pirsgirîkên civakî her tim bi saya afirandina hunerê aşkera dibin. Şano jî jî beşek ji vê ye. Bi salan e jin li hemberî hişmendiya baviksalar ku dibêje 'Huner ji jinê re qedexe ye' li ber xwe dide. Em bi lîstîkên xwe û derketina ser dikê hêz û baweriya jinan nîşanî civakê didin. Heya niha xeyalê her jinekê têk çûye. Lê jinê liberxwe daye û derketiye ser dikê. Em ji kesên ku dibêjin 'Jin nikare bikene' re dibin bersiv. Her lîstikeke me ji bo vê yekê peyama lêhûrbûyîna li ser pirsgirêkan e. Huner bêyî jinê ne pêkan e."