Annet bi ‘Şanoya Veşarî’ jiyana şer digire dest

  • 09:10 8 Kanûn 2017
  • Çand û Huner
Rojda Aydin
 
AMED-  Şanogera Îtalî Jina bi navê Annet Henneman hate Amedê û bi lîstikvanên Şanoya Bajar a Amedê re lîstika ‘Şanoya Veşarî’ lîst.  Mijara lîstikê  jiyan û çîrokên kesên li li Rojhilata Navîn li qadên şer dijîn e. 
 
Jina şanoger a Îtalî  Annet Henneman hate Amedê û bi lîstikvanên Şanoya Bajar a Amedê re lîstika ‘Şanoya Veşarî’ lîst. Lîstika ku 10 rojan berdewam kir mijara wê çîrok  û jiyana kesên li Rojhilata Navîn li qadên şer dijîn e. Annet got ku ev 20 sale şanogeriyê dike û ji ber ku wan di lîstika xwe de mijarên wekî rojnamegerî, antorpolîjî û şanoyê bi hev re girtine dest navê lîstikê wan ê rast ‘Şanoya Roportajê’ ye. 
 
Annet bahsa xebata xwe kir û wiha got: "Ev 10 sale koma me gelekî berfireh û mezin bûye; ji Bexda, Basra, Misirê û ji her parçeyên Kurdistanê û ji welatên din ên Rojhilata navîn gelek kes tevlî dibin."  Annet di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Me li gelek cihan lîstikên xwe yên ji çîrokên kesan didin nîşandan. Her wiha lîstikên ku em amade dikin em li kolanan jî dem bidem didin nîşandan. Ev hevalên ku min basa wan kir em bi wan re salê carekê tên gele hev û koma xwe ava dikin. Mînak ez ê vê mehê biçim Bexda, Basra û Musulê. Ez ê li wir jî meh û nîvekê  bi hevalên wê derê re bixebitim. Ez niha jî li Amedê me. Ez bi pêşniyara hevalekî hatim amadê. Ji ber vê jî ez hatim bi hevalên vê derê re dixebitim.”
 
Yekem lîstika roportaj a bi navê ‘Ji Kurdistan dûr’ e
 
Annet di dirêjiya axaftina xwe de got ku cara yekem di sala 1998’an de hatiye Amedê û yekem lîstika wan a roportajê yabi navê ‘Ji Kurdistan dûr' amade kiriye û wiha got: “Min wê demê dîtibû ku gelê vê derê çawa dibin zextan de ye. Ji ber vê jî ez ne bi tenê lîstikvaniyê dikim, armanca min jê wêde yê û çêkirina şanoyê ye. Her wiha ji aliyekî ve jî dixwazim bê edaletiyê jî ji holê rakim.”
 
‘Em ê pirtûka ‘Lîstika Roportaj’ derbixin’
 
Annet bi lêv kir ku ji bo sedsala wan a 20’an dixwazin civînekê  organize bikin û kesên ku bi wan re xebitîn hemûyan vexwînin  vê  cîvînê û ev tişt got: “Her wiha li Zanîngeha Londrayê hevalekî me bi pirtûka ‘Şanoya Roportaj’ re mijûl dibe û em ê pirtûkekî derxin. Aliyê herî girîng jî şano û çîrokên ku me çêkirine dixwazin wan vebêjin. Mesela li Parlamentoya Ewropayê de em dixwazin van bikin. Kesên ku şer bihîstine lê belê wê jiyanê hîs nekirine îstastîstîk dibînin. Lê belê em ê dîrek tiştên ku me hîskiriye bi metotekî ve şanoya xwe bi wan jî bidin hîskirin. Carna parlamenter jî dibin parçeyek şanoya me. Mînak Parlamentera Ewropayê Feleknas Uca dema ku li wir bû tevlî lîstikeke me bû. 14 parlamenter jî tevlî bûn û rola multeciyan lîstin. Feleknas Uca jî rola jina kurd lîst. Di wir de çîroka multeciyan vegotin. 8 sal berê rewşa Kurdistanê gelek başbû. Wê demê li Stenbolê gelê kurd stranên kurdî dikaribûn bigotina û rojname bi zimanekî azad dihatin nivîsandin. Niha ji 98’an jî xirabtire.”
 
'Ez bûm parçeyek vê çîrokê'
 
Annet di berdewama  axaftina xwe de atolyeya ku bi lîstikvanên Şanoya Bajar a Amedê re çêkirine û lîstika bi navê  ‘Şanoya Veşarî’ de tiştên ku hîskiriye hêstên xwe wiha anîn ziman: “Lîstikvanên vir dema çîroka xwe bi lîstikê tînin ziman ez nebitenê guhdarî dikim, her wiha ez jî bûm parçeyek vê çîrokê. Ez jî hêstên wan hîsdikim. Mînak dema Musul nîvê wê azad bû û nîvê wê jî dagir kiribûn ez li wir bûm. Tiştê mirovên wêderê hîsdikirin min jî hîs dikir. Carna hewce nake mirov vebêje, ez lê dinêrim û her wiha rondikên çavên min jî dihatin xwarê. Dema ji min bipirsin mirov çibike, ez jî nikarim tiştekî bikim. Lê belê belkî bi vî karê şanoyê ku ez dikim bikaribim cîhana me nêzî hev bikim.”
 
‘Jiyana wan bi gulebaranekê parçe dibe’
 
Annet bi lêv kir ku ew dixwaze jiyana rojane ya mirovan çawa ye fam bike û wê jiyana rojane wiha girtiye dest: “Jiyana rojane ya mirovan çawa ye ez dixwazim wê fêr bibim. Hevalên vir ne bitenê jiyana xwe, her wiha jiyana dayikeke ku temenê wê mezin e jî digirin dest an jî jiyana zarokekî. Lê di nav van hemûyan de jiyana wan şikestinekê çêdibe. Mînak jiyaneke rojane gulebaranekê parçe dibe. Tişta ku ez jî dixwazim di vî aliyî de ye. Ji ber vê jî ez dixwazim dema ku temaşevan li lîstikê dinêrin heman tiştî hîs bikin.”
 
‘Hemû çîrokan bi lîstika bidin nîşandan’
 
Annet di dawiya axaftina xwe de got ku gelek tiştên divê bike hene û ew tiştên ku kirin li ser sîteyê bi sê zimanan îngîlîzî, erebî û îtalyanî bi belgeyan wê parve bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê ji vir hin kesan tevli civîna ku li Îtalyayê pêk bê bikin. Sêyem jî em difikirin ku hemû xebatên ku me kirine çîrokên wan bi lîstika şanoyekê bidin nîşandan. Her wiha rojnivîskeke min heye, ez difikirim ku wê di rojnameyeke xweser de biweşînim.”