'Şano bi zimanê dayikê xweş e'

  • 09:26 6 Kanûn 2017
  • Çand û Huner
Zeynep Turgut
 
WAN - Li Wanê bi pêşengiya jinên şanoger şanoya alternatîf Şanoya  Mencelê hat vekirin. Şanoger Perînaz Delazî diyar kir ku ew ê hewl bidin ku her lîstîkek bi zimanê kurdî bê pêşkêşkirin û got ku bi pêşengiya jinan hûner xurtir û serkeftîtir e.
 
Li Wanê bi pêşengiya şanogerên jin Şanoya Mencelê hate avakirin. Di şanoya alternatîf de dê zêdetir lîstîkên bi zimanê  kurdî bên lîstin. Li Wanê cara yekeme ku  şanoyek bi pêşengiya jinan tê vekirin. Şanoger Perînaz Delazî diyar kir ku armanca wan ew e  ku şanoya bi zimanê kurdî pêşve  bibin.
 
'Alternatîf pêwist bûn'
 
Perînazê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji bo hunereke alternatîf wan pêdivî pê dît ku Şanoya Mencelê vekin û wiha pê de çû:"Bi taybetî jin eleqeyeke mezin didin şanoyê. Di zanîngehan de ciwan ji şanoyê pir hez dikin û ji ber ku derfetên wan tune ne, nikarîbûn dikê vekin. Lê me dît ku kêmasiyek heye. Ev kêmasî jî ji ber tunebûna dika şanoyê bû. Em jî gava ku lîstîkekê amade dikîn mihtacî şanoya dewletê dibîn û li ser dika şanoyê dewletê dilîstîn. Lê me di navbera xwe de biryar da û me got ku divê em alternatîfên xwe ava bikin."
 
'Em ê lîstikên xwe amade bikin û pêşkêş bikin'
 
Perînazê da zanîn ku ew dixwazin bi pêşengiya hûnera jinan di Mencelê de lîstîkên wan bên amadekirin û got ku piştî amade bikin, ji temaşevanan re  ragihînin û wiha dewam kir:" Çanda kurd û zimanê kurdî gelek dewlemen de. Me jî xwest ku bi vê gavê hem şanoya kurdî bidîn nasîn hem jî xwe zêdetir nêzî rastiya kurd bikin. Me xwest ku tiştê ku bêhna çanda  me jê tê em ê bi nav bikin û me biryar da ku em  navê şanoya xwe bikin Mencel. Di kevneşopiya kurdan de ji ber bi hezaran xwarinên cûr bi cûr  di Mencelan de tên çêkirin. Ew xwarin bi hev re tê çêkirin û gava ku xwarin baş keliya ji mêvanan re tê pêşkeş kirin. Armanca me jî ew e ku em jin lîstîkên xwe baş bikelînin û piştre jî ji temaşevanan re pêşkeş bikin."
 
'Şano bi zimanê dayîkê xweş e'
 
Perînazê herî dawî bang li jinan kir ku berhemên xwe biafirînin û di nav şanoya kurdî de cih bi cih bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî:;" Em ne bêalternetîf in. Ger ku îro bi pêşengiya jinan şano hatibe vekirin ev gaveke serkeftî ye. Pêwîst e her jinek bi vî awayî nêz bibe. Em li her deveran hunera xwe û çanda xwe bidin jiyîn. Çand û hûnera me bila bi zimanê me be. Ji bo ku em li vir şanoya xwe bi zimanê xwe pêşkeş bikin bi taybetî  pêdiviya me bi piştgiriya jinan heye. Ger ku em li  her qadê bi pêşengiya jinan  dest pê bikin em ê serkeftîtir bin û huner dê zêdetir pêşve biçe. Şano bi zimanê dayîkê xweş e. "