Romana Zabel piştî 115 salan cara yekê bi ermenkî hat çapkirin

  • 13:34 30 Mijdar 2017
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka Zabel Yaseyan a bi navê "Sbasman srahîn meç" (Li Odeya bendemayînê) piştî bi salan cara yekê bi ermenkî hat çapkirin.
 
Pirtûka nivîskara ermenî Zabel Yaseyan ku wekî jina feminîst a serdema Osmaniyan tê naskirin û jiyana wê li Sirgûn û bi lêgerîna edaletê derbas bû  "Sbasman Sranhîn meç" (Li Odeya Bendemayînê) cara yekê bi ermenkî hat çapkirin. Romana ku cara yekê di sla 1903'yana de li stenbolê di rojnameya Dzagîgê de beş bi beş hat weşandin piştî bi 115 salan cara yekê bi ermenkî hat çapkirin û li refên pirtûkfiroşan cihê xwe girt.
 
Zabel Yesayan kî ye?
 
Zabel li Uskudara Stenbolê ji dayik bû, salên xwe yên ciwantiyê li vê derê derbas kirin. Berhema wê ya wêjeyê ya yekem di sala 1895'an de hat weşandin. Heman salê çû Parîsê, li Sorbonneyê beşa wêje û felesefeyê xwend. Piştî ku di salan 1908'an de li Stenbolê Meşrûdiyet hat îlankirin dîsa vegeriya Stenbolê. Zabel di salên girîng ên nivîskariya xwe de di çîrok, cerebe û romanên ku nivîsîn de cihekî berfireh da mijarên derbarê jin û mafên jinan. Zabel di 24'ê Nîsana 1915'an de, bi riya veşartinê ji rêwîtiya mîrinê ya ku ronakbîrên ermenî derxistinê rizgar bû. Zabel piştî ku demekê li Bûlgaristanê ma derbasî Bakuyê bû, li wê jî ji bo penaber û yetamên ermenî xebitî. Dema li Parîsê dijiya  li ser vexwendina hikûmeta Ermenistanê di sala 1933'yan de çû Êrîvanê. Herwiha Zabel li ermenîstanê jî di çarçovyeya taqîbata Stalîn a di sala 1937'an de hat girtin û sirgûnî Sîbîryayê hat kirin. Dîroka mirina wê û cihê ku lê miriyê nayê zanîn.