Bi vegotina çîrokan rê li ber pişaftinê digire

  • 09:05 30 Mijdar 2017
  • Çand û Huner
Zeynep Turgut  
 
WAN - Li gundê Xec Xatunê zarokên gund bi çîrok û efsaneyên dayika Canfeda mezin dibin. Dayika Canfeda bi çîrokanên ku dibêje ji zarokan re çanda kurd dide naskirin û bi vî awayî wan perwerde dike.
 
Li Kurdîstanê bi salane li ser çand û kevneşopiyan zext û êrîşên mezin ên desthilatdaran hene. Li hemberî pişavtina çandê parastina kevneşopiyan jî her roj xurtir dibe. Li gundê girêdahî Ebexê Xec Xatunê dayika bi navê Canfeda Eren (68) bi vegotina efsaneyên kurdan û çîrokan nevîyên xwe mezin dike. Zarokên li gund her şev li derdora dayika Canfeda kom dibin û heyanî di xew  ve diçin çîrokan guhdarî dikin. 
 
‘Bi çîrokên ku guhdar dikin zimanê xwe dewlemend dikin’
 
Dayika Canfeda bal kişand ser wendabûna çîrokan û got ku çîrokên kurdan bûne çîrokên tirkan û wiha axivi;”Min bi çîrokan temenê xwe bihart. Kêfa min ji çîrokan re pir tê. tê bîra min heya ku dayikên me ji me re çîrok negotana em ranedizan. Dayik û dapîrên me herî zêde jî di demsala zivistanê de ji me re çîrok digotin. Li gund ez her şev ji zarokên gund re çîrokan dibêjim. Dayikên me her tim digotin di zivistanan de bi roj çîrokan nebêjin, ji ber ku wê berf zêdetir bibare.  Çîrokên kurdan hemû wergerî tirkî hatine kirin. Ew çîrokên ku niha ji aliyê weşanên tirkan ve tên weşandin çîrokên kurdan e. Ji bo ku çanda kurd ji holê rakirin çi ji dest serdestên kurdan hatiye anîne serê kurdan. Her çîrokek kurd watedar e û peyamên pir balkêş dide. Ez ji zarokên gund re ne tenê çîrokan vedibêjim, ez çîrokên ku bûne  efsane mîna Evdalê Zeynîkê û ya Şahmaran jî dibêjim. Zarok  bi fêrbûna çanda xwe perwerdeya herî mezin dibînin. Hem çîroka ji ber dikin hem jî bi saya çîrokan bi zimanê dayikê xwe baştir tînin ziman. “
 
‘Vegotina her çîrokekê perwerde ye’
 
Canfeda da zanîn ku ew her çîrokekan ji zarokan re vedibêje û got ku ew destûr nade ku  zarok televîzyonê temaşe bikin û wiha berdewam kir;”Her dem dayikên me şîrt li me dikirin. Ji me re digotin dibe hûn her tiştekê xwe wenda bikin, lê çand û kevneşopiyên xwe tu caran ji bîr nekin û ji nifşê nû re ragihînin. Ez jî dixwazim vê çandê berdewam bikim. Zarok hînî televîzyonê hatine kirintelevizyonê hatine kirin. Bi temaşekirina televîzyonê mêjiyê zarokan qels dimîne û bi ser nakeve. Lê vegotina her çîrokekê bi tena sere xwe perwerdeyek e. Televîzyon mîna nexweşiyekê ye. Beden û hişê mirov jahrî dike. Ji ber wê yekê jî ez hewl didim ku zarok bi çanda xwe mezin bibin.”
 
'Divê her dayik bi çadna xwe zarokên xwe perwerde bike'
 
Canfeda herî dawî bi lêv kir ku divê her zarok bi çanda xwe bê perwerdehîkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir;”Bi taybetî peyvira her dayikekê ye ku zarokên xwe bi çanda xwe perwerde bike. Her qadeke jiyanê cih ê perwerdê ye. Ji ber wê jî dibê di warê çandê de em zarokên xwe sêwî nehêlin. Mirov bi naskirina çanda xwe dewlemendtir dibe. Mirov dikare bi vê zanebûnê vegere rastiyan. Zarok pêşeroja me ne divê em pêşeroja bi zanebûn biparêzin.”