Zehra Dogan:Hêza ku zîhniyeta mêr tine bike huner e

  • 09:10 26 Mijdar 2017
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN- Hunermend û rojanemgera girtî Zehra Dogan di nivîsa xwe ya ji ajansa me re şandiye de diyar kir ku huner û desthilatdarî ti caran nikare bê cem hev û got hêza ku zîhniyeta serdest ya mêr tine bike têkoşîna hunerî ye.
 
Rojnameger û wênesaz Zehra Dogan ji girtîgeha Tîpa E ya Amedê nameyek şand.  Zehrayê nêrîna  hêzên hegomonîk ya li dijî huner û jinê nivîsî û diyar kir ku ji bo hunermendan rêya têkoşînê berxwedan e. 
 
Nivîsa Zehrayê wiha ye: “Hewldana hegomonyayê ya ku bi polîtîkayên şîdetê civakê biçewisînin berdewam dike. Tenê bi girtin, hiwleşandin, talan, şer û komkujiyan sînor namînin û bi pergala civaka çînî re mêjiyan diafirînin û koleyên ji demê bê agahî ne diafirîne.  Bêguman li dijî vê diroka mirovahiyö berdewam dike. Divê di vê pêvajoya şîdet gelek zêde bûye de em bikaribin bêjin ‘na’. Yek ji amüra herî girîng ya ‘na’ huner e.
 
Ji berê ü heta îro bi hevkariya xwedayê Dewletên Rahîp Sumerê darbe li civakê hatiye xistin û huner jî kir bin zextên xwe.  Jean-Jacques Rousseau dibêje ‘Şaristaniyan huner kuşt’. Rahîbên Sumer dawî li dema neolotîk anîn û jin kirin kole, huner jî kirin bin tekelên xwe.  Sumeran hilberînên hunerî wêne, peyker, çîrok, zanîna tipê, peyzaj, kubbe, sutun kirin bin tekela xwe.  Bi hostetîk ev pêş xistin lê li şûna wan tiştek hilneberandin.
 
Desthilatdarî û huner nekare bê cem hev
 
Hilberînên ji aliyê gelek dîroknasan ve wek îcatên ewil qebûl dikin, mirov di lêkolînan de dikarin hîn bikin ku aydê dema Neolotîk û beriya wê ne.  Ev jî nîşan dide ku Rousseau gelek mafdare.  Sumeran hema hema qet hilneberand, zanînên heyî pêş xistin.  Ev jî tê vê wateyê ku desthilatdarî û huner ti car nekarin bên cem hev.
 
Ji bo hunerê sekna şoreşger pêwiste
 
Hewl tê dayîn ku hunermendan bi sifata hunermendê dewletê û fonan bi xwe ve girê bidin.  bi vî awayî jî hêmayên li dijî yekitiyê dibin tehdîd jî radibin an jî qels dibin.  Ji ber ew jî dizainin ku ya zîhniyeta serdest ya mêr ji holê radike têkoşîna huneriye.  Hunermendê xizmetkarê hegomonyayê ye nekare azad bifikire. Ji bo vê jî sekna şoreşger pêwiste.
 
Jinên hunermend hatin sansurkirin
 
Mixabin hejmara hunermendên jin gelek kêmin.  Ji ber dîtbariya wan hat sansurkirin.  Jin bi salane ji bo hunera xwe bikin qadê nabînin.  Li Kurdistan û Rojhilata Navîn divê hunermend ti car dest ji hilberandinê bernedin. Huner karê demên zehmete. Ji bo hunerê jiyanek dervîşane hewceye. Ancax humernd dikarin hegomonan tine bike.”