Helbestvan bi pênûsa xwe şer dikin!

  • 12:19 23 Cotmeh 2017
  • Çand û Huner
EFRÎN- Bi boneya Roja Helbesta kurdî ku salvegera wefata helbestvanê kurd Cîgerxwîn, Yekîtiya Rewşenbîran û Komîteya amadekar bi alîkariya Desteya Çandê li herêma Efrînê çalakiyek li darxistin.
 
 Bi boneya salvegera Roja Helbesta kurdî û bîranîna salvegera wefata helbestvanê kurd Cîgerxwîn, Yekîtiya Rewşenbîran li hola Şehîd Ruken ya herêma Efrînê çalakiya bîranînê li darxistin.  Di çalakiya ku hat lidarixistin de nûnerên sazî û Desteyên Rêveberiya Xweser, Endamên Desteya  Partiya Yekîtiya Demokratîk tevli bûn.
 
Hola çalakiyê bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan û wêneyên helbestvanên kurd Cîgerxwîn ,Feqiyê Teyran Û Ahmedê xanî hat xemlandin. Çalakî bi deweyek rêzgirtinê hat destpêkirin û Piştre Endama Yekîtiya Rewşenbîran Merwa Birîm û Endamên Komîteya Amedekar Osman Îso axivîn.
 
 Merwa Birîm di axaftinan  xwe de diyar kir ku rewşenbîrên kurd bi pênûsa xwe şer dikin û wiha berdewam kir: " Dewleta Tirk bi hewildanên xwe yên qirêj nikare dîroka kurdan winda bike. ji ber ku dîroka kurdan bi pênûsa rewşenbîran û bi xwîna şervanên azadiyê hatiye nivîsandin."
 
Piştî axaftinan 11 helbestvanan helbest xwendin û helbestvanê nemir Cegerxwîn bi bîr anînin.
 
Di dawiya çalakiyê de nûçegîhana Yekîtiya Rewşenbîran Nîdal Yusêf ya ku pirtûk nivîsandibû hat xelat kirin.