Helbestvan bi pênûsa xwe şer dikin! 2017-10-23 12:19:27   EFRÎN- Bi boneya Roja Helbesta kurdî ku salvegera wefata helbestvanê kurd Cîgerxwîn, Yekîtiya Rewşenbîran û Komîteya amadekar bi alîkariya Desteya Çandê li herêma Efrînê çalakiyek li darxistin.    Bi boneya salvegera Roja Helbesta kurdî û bîranîna salvegera wefata helbestvanê kurd Cîgerxwîn, Yekîtiya Rewşenbîran li hola Şehîd Ruken ya herêma Efrînê çalakiya bîranînê li darxistin.  Di çalakiya ku hat lidarixistin de nûnerên sazî û Desteyên Rêveberiya Xweser, Endamên Desteya  Partiya Yekîtiya Demokratîk tevli bûn.   Hola çalakiyê bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan û wêneyên helbestvanên kurd Cîgerxwîn ,Feqiyê Teyran Û Ahmedê xanî hat xemlandin. Çalakî bi deweyek rêzgirtinê hat destpêkirin û Piştre Endama Yekîtiya Rewşenbîran Merwa Birîm û Endamên Komîteya Amedekar Osman Îso axivîn.    Merwa Birîm di axaftinan  xwe de diyar kir ku rewşenbîrên kurd bi pênûsa xwe şer dikin û wiha berdewam kir: " Dewleta Tirk bi hewildanên xwe yên qirêj nikare dîroka kurdan winda bike. ji ber ku dîroka kurdan bi pênûsa rewşenbîran û bi xwîna şervanên azadiyê hatiye nivîsandin."   Piştî axaftinan 11 helbestvanan helbest xwendin û helbestvanê nemir Cegerxwîn bi bîr anînin.   Di dawiya çalakiyê de nûçegîhana Yekîtiya Rewşenbîran Nîdal Yusêf ya ku pirtûk nivîsandibû hat xelat kirin.