5'emîn Mîhrîcana Aştiyê ya Zarokatiyê bi dawî bû

  • 16:06 11 Tîrmeh 2024
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 5'emîn Mîhrîcana Aştiyê ya Zarokatiyê ya ku Desteya Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê li dar xist, bi xelatkirina tîm û desteyên beşdar bi dawî bû.
 
5'emîn Mîhrîcana Aştiyê ya Zarokatiyê ya li ser Dika Şehîd Musena Ebdulkerîm a Navenda Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê bi dirûşma "Ez zarok im, ez siberoj im" bi tevlêbûna 650 zarokan duh dest pê kir, îro bi dawî bû.
 
Di roja duyemîn a mîhrîcanê de, bi sedan şêniyên kantona Tebqayê, zarok, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, rêxistinên civaka sivîl ên kantonê hazir bûn. Komeke zarokên tev li mîhrîcanê bûne, berhemên xwe yên destan pêşandan.
 
Dûre komên Navenda Hulm El Xed (Xewna Sibê), koma Koma Desteya Jinan, koma Navenda Meharat û koma Navenda Skîl Ap lîstikên tiyatroyê pêşandan û koma Zarokên Firatê ya Navenda Çandê ya Tebqayê jî berhemên xwe pêşandan. Piştî wê komên beşdar, berhemên xwe yên govendê pêşandan.
 
Di dawiyê de Desteya Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê, endamên Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunera Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyarî li komên beşdar û amadekarên mîhrîcanê belav kirin.
 
Çaverê bû ku mîhrîcan 3 rojan 2 li Tebqayê û roja sêyemîn li bajarê Cirniyê bûya. Lê ji ber şert û mercên mirovî yên taybet û pişî ku 3 kesan ji bajarê Cirniye li çolistana Cezaîrê jiyana xwe ji dest da, mîhrîcanê 2 rojan berdewam kir.