Piştî qeyûm çû li BKM’ê xebat zêde bûn

  • 09:03 10 Tîrmeh 2024
  • Çand û Huner
 
Pelşîn Çetînkaya-Gulîstan Gulmuş
 
ÊLIH - Xebatkara Navenda Çanda Baharê Çîçek Çelîk diyar kir ku di pêvajoya qeyûman de gel bêriya xebatên ziman, çand û hunera xwe kiribûn û got niha li dijî vê xebatên çandî zêde kirine û demek nêz de wê mala dengbêjan vebikin.
 
Desthilatdarî polîtîkayên xwe yên yekparêz yên li ser civakê zêde dike û polîtîka û pêkanînên ku çand û zimanê Kurd tune dike li her qadê dimeşîne. Gelê Kurd li dijî vê têkoşîna we dide, alternatîfên xwe ava dike û dibe bersiv. Yek ji van mînakan jî Navenda Çanda Bahar a li Êlihê ye. BKM ku xebatên xwe dimeşîne hefteya borî polê zarokan vekir û niha jî xwe amade dike ku mala dengbêjan ava bike.
 
Xebatkara BKM’ê Çîçek Çelîk piştî zextên qeyûman alternatîfên li dijî asîmîlasyonê pêş xistine parve kir.
 
 
‘Divê em zimanê xwe nedin jibîrkirin’
 
Çîçekê da zanîn ku li dijî feraseta ku desthilatdariyê ava kiriye, wek alternatîf BKM vekirine û wiha domand: “Me dema qeyûman de her tiştê wan dît. Di bin navê çand û hunerê de xebat kirin. Ev bername tu eleqeya wan bi çand û hunerê tunebû. Divê em jî ji bo van bibin alternatîf. Divê em dîrok, ziman, nasname û bîra xwe nedin jibîrkirin. Têkoşîna me ya herî mezin ev e. Em hewl didin alternatîfan ava bikin û çanda xwe bidin jiyîn.”
 
Piştî qeyûm çûn xebat zêde bûn
 
Çîçekê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li ser navê çand û muzîka Kurd xebtan dimeşînin û piştî qeyûman xebatên me zêdetir bûn. Qursên me yên saz, gîtar, keman, erbanê hene. Beriya qeyûman derfetên me kêm bûn. Piştî şaredarî hatin girtin zêde bûn. Gelek mamoste û xwendekar tên vir. Em bi qursiyeran re dema xwe derbas dibin. Armanca me ne tenên perwerde bê dayîne. Em dixwazin hişmendiya li hember çand û muzîka kurdî biafirînin. Eleqe gelek baş e. Ev meheke pola me ya zaorkan jî heye.  Me di qadên din de jî gelek qursên nû vekirin.”
 
Zarok çanda xwe bi ziman fêr dibin
 
Çîçekê destnîşan kir ku qursên wan bi giranî dawiya hefteyê ne û zarokên navbera temenê 4-11’an di hewîne. Çîçekê der barê qursan de jî ev agahî da: “Xebatên me li ser rîtmê ye. Em ewil rîtmê fêrî zarokan dikin. Piştre li gorî daxwazan wan kîjan entrumanî bixwazin em berê wan didin wir. Li qursê perwerde bi Kurdî tê dayîn. Armanc naskirina çand û zimane. Zarok pir jê hez dikin. Mamoste bi Kurdî bi zarokan re diaxivin û zarok jî vê hişmendiyê digirin. Gelê Kurd hesretê çand û muzîka xwe mabû. Pir bêrî kiribûn. Bi taybet dema qeyûman de gel ji çanda wan hat dûrxistin. Gel ji ber vê xebatên çandî dixwestin. Em dixwazin pola folklor, wêne, şanoyê vebikin. Nava du hefteyan de wê mala dengbêjan jî bê vekirin.”
 
 
Ji bo têkoşîna hebûnê bang
 
Çîçekê dawiya axaftina xwe de anî ziman ku BKM ji hemû kesî re ji hemû aliyan re vekiriye û wiha pê de çû: “Ya me li ser piyan digire çand, ziman, hiş, dîrok û têkoşîna me ye. Divê em hemû xwedî li vê têkoşînê derkevin. Divê em piştgiriyê bidin. Deriyê me ji her kesî re vekirye. Em her kesî dipên.”