Li Kelarê ji bo zarokan festîvala Rewşenbîrî û Hunerî

  • 14:35 8 Tîrmeh 2024
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Kelarê ji bo zarokan festîvalek Rewşenbîrî û Hunerî hate lidarxistin, rêveberê giştî yê Rewşenbîrî ya Germiyanê got; “Em dixwazin bi van çalakiyan huner û hêza zarokan derxin pê.”
 
Li navçeya Kelar a ser bi Herêma Germiyan, ji bo zarokan Festîvala Rewşenbîr û Hunerî hate lidarxistin. Festîval ji aliyê beşa zarokan a Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî ya Herêma Germiyan ve hate birêxistinkirin.
 
Di festîvalê de pêşangeha wêneyan û çalakiyên hunerî hatin nîşandan. Zaroka bi navê Aye Fuad ku tevlî festîvalê bû got; “Ev çend heyv in bi vê çalakiyê re em mijûl in, îro jî me hinek çalakiyên hunerî pêşkêş kir. Ev çalakiyên hunerî jibo me zarokan gelek giring in.”
 
Rêveberê Giştî yê Rewşenbîr a Herêma Germiyan Adil Hisên jî axivî û got; “Di festîvalê de pêşangehek wêneyan hate vekirin, herwiha stran hatin gotin û şano hatin nîşandan. Em dixwazin bi van çalakiya huner û hêza zarokan derxin pêş.”