Manşeta Kovara Jinê ya vê hefteyê şer û mîlîtarîzm e

  • 11:10 30 Hezîran 2024
  • Çand û Huner
STENBOL- Hejmara 70'yî ya Kovara Jinê bi manşeta "Siyaseta Şer, mîlîtarîzm û jin" derket.
 
Hejmara 70'yî a Kovara Jinê ku her hefte tê pêşberî xwendevanên xwe, bi manşeta "Siyaseta şer, mîlîtarîzm û jin" derket. Di nivîsên kovarê de bal hat kişandina ser şer û êrîşên li ser beden û hemû qadên din ên jinan. 
 
Nişmiye Guler di nivîsa xwe ya bi serenavê "Jin hedefa Hîzbulkontra ne" de balê dikişîne ser bikaranîna Hîzbullahê ji aliyê dewletê ve û zêdebûna êrîşên Hîzbullahê yên di demên dawî de.
 
Oznur Deger di gotara xwe ya bi sernavê "Aparata dawî ya şerê taybet: Qebûlkirin" de balê dikişîne ser polîtîkayên şerê taybet, balê dikişîne ser qelskirina bîra civakî û kûrkirina amûrên polîtîkayên şer.
 
Hêlîn Ayhan di gotara xwe ya bi sernavê “Em Teoriya Gulê Bi Bîr Bînin” de, li dijî tundiya li ser jinê ku zêde dibe, pêwîstiya rêxistinkirina xweparastinê tîne ziman.
 
Bişenk Sara di gotara xwe ya bi sernavê "Ji ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê gaveke dîrokî" balê dikişîne ser konferansa ku di 8-9'ê Hezîrana 2024'an de li paytexta Lubnan Beyrûdê ji aliyê ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ve hatiye lidarxistin.
 
Hülya Osmanağaoğlu, di gotara xwe ya bi sernavê "Tê bîra min, tê bîra te jî?"  balê dikişîne ser "Meşa hefteya rûmetê"  û êrîşên li dijî kesên LGBTI+ yî .