Bajarê dîrokî Anî bandorek mezin li ser mirovan dike

  • 09:02 27 Hezîran 2024
  • Çand û Huner
 
QERS - Bajarê Anî yê dîrokî ku li navçeya Zaroşad a Qersê ye, ji aliyê turîstan ve eleqeyek mezin dibîne. Bajarê li girekî hatiye avakirin, dîmenên wê bandorek mezin li ser mirovan dike.
 
Bajarê Antîk Anî (Xerabeyên Anî) li navçeya Zaroşad a  Qersê ye. 44 kîlometreyî ji Qersê dûr e. Her dema salê ji aliyê turîstên biyanî û herêmî ve eleqeyek mezin dibîne. Bajarê Anî di 2016’an de ket lîsteya Mîrateya Cîhanê ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO). Bajarê Anî li sînorê Tirkiye-Ermenîstanê ye. Bajarê Anî heta sedsala 16’an her tim wek cihê xwecihbûnê dihat zanîn. Bajarê ku bi navê wekê "Bajarê Dêran a 1001’an", "Warê Qiralên 100 hezar nifûsê ya li ser Rêya Armûşê", "Bajarê Antîk Anî" û "Xerabeyên Anî" tê zanîn, seranserê dîrokê ji gelek şarîstanî û çandên cuda re malovanîkiriye. Bajarê Anî, şopa huner, çand, mîmmariya Ermeniyan dihewîne, wek cihê civakên pir netew û pir olî ya ji Mezopotamya, Asya Navîn û Kafkasan hatine tê zanîn. Ji bajarê mezin yê dîrokî tenê xerabe mane. Li vî bajarî ku şopa gelek şaristaniyan heye, beşek mezin a avahiyan hilweşiyaye, hinek hatine restorekirin. Avahiyên hatine restorekirin ji ber ne kevirên xwezayîne, xwezabûna xwe jî winda dike.
 
Ji gelek şaristaniyan re malovanî kiriye
 
 
Li bajarê Antîk Anî, mizgeft, dêr, perestgehên zerduşt hene. Ev jî nîşan dide ku li bajar gelek ol û bawerî jiyane. Ligel vê bajar yekem navenda starbûnê ya li ser Rêya Armûşê ye. Ev jî nîşan dide ku bajar navendek navdar a bazirganiyê ye. Ji ber bajar li cihekî girîng e seranserê dîrokê ji aliyê şaristaniyên cuda ve hatiye bidestxistin. Di navbera 989-1020’an de bajar di bin kontrola Qralê Ermenî Gayîk de bû. Piştre bi dorê ket destê Bîzans, Begê Kurd a Şeddadî, Begê Gurcî Zakare, begên Xiristiyan yên cuda, Tîmur û Osmaniyan. Li aliyê din jî bi îlankirina komarê û diyarkirina sînoran, bajar di sînorên Tirkiyeyê de maye.
 
Bajarê 7 derî
 
 
Avahiyên li bajarê Anî bandorek mezin li ser mirovan dikin û bi hatina havînê re şînahî û asîman mirovan bandor dike. Bajar ku gelek avahiyan dihewîne, 7 deriyên wê yên wekê Deriyê Navîn (Deriyê Şêr), Deriyê Bedenê yên Cot (Deriyê Qersê), Deriyê Hidirelez, Deriyê Acemoglu, Deriyê Migmig, Deriyê Divîn û Deriyê Avê. Heman demê de li bajar Dêra Mezin a a Katedral, Dêra Azîz Prkîch, Deriyê Şêr, Deriyê Gagîk, Dêra Kaya, Dêra Abughamrents, Dêra Bi Wêne, Keşîşkxaneya Rahîbeyan, Dêra Keçên Ciwan, Qesra Selçûqî, Mizgefta Ebul Manucehr, Kervansaraya Selçuqî, Mizgefta Ebul Mammeran, Hemama Mezin û Biçûk, Şikeftinên Çemê Bostanî, Pira Rêya Armûşê, Keleha Hundir û Perestgeha Ateşgede hehe.
 
Ji aliyê turîstan ve eleqeyek mezin dibîne
 
 
Bajarê Anî yê dîrokî ku li sînorê Ermenîstanê ye û her demsal xwe dixemilîne, ji aliyê turîstên herêmî û biyanî ve eleqeyek mezin dibîne. Bajar bi dîmenê xwe yê bi heybet bandorek mezin li ser mirovan dike.