Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

  • 10:34 9 Hezîran 2024
  • Çand û Huner
 
 
STENBOL - Hejmara 67'emîn a Kovara Jin bi manşeta “Di sêgoşeya 'Mêr-dewlet-malbat'ê de têkoşîna jinê" xwe gîhand xwînerê xwe. 
 
Kovara Jin ku heftane dê çapkirin, bi hejmara 67'an dîsa xwe gîhand xwînerê xwe. Kovara Jin di hejmara 67'emîn de manşeta "Di sêgoşeya 'Mêr-dewlet-malbat'ê de têkoşîna jinê" derxist pêş û bal kişand têkoşîna jinê ya li dijî feraseta baviksalarî û îktîdara mêr. Kovarê di vê hejmarê de cih da avakirina "Malbatê" û bi polîtîkayên malbatê dixwazin jinê çawa bi teşe û sînor bikin. Kovarê bal kişand ser têkoşîna jinê ya di malbatê de tê hepiskirin û ev yek wekî êrîşa li dijî destkeftiyê jinan pênase kir. 
 
Sernav û nivîskarên Kovara Jin a vê hefteyê wiha ne: 
 
*Hewl didin çîmentoya malbatê zexm bikin/Oya Açan
 
* Faşîzma ku bilind dibe çima pêdiviyê bi "Malbatê" dibîne / Adalet Kaya
 
* Malbatek demokratîk pêkan e? / Ebru Gunay
 
* Di dorpêça cemaetê de têkoşîna jinan û 6284 / Çigdem Goksoy- Komeleya Jinê ya Mimoza 
 
* Bajarê ku hatiye zayendkirin / Buildings Cities- Werger