Hejmara nû ya Kovara Jinê derket 2024-06-09 10:34:36       STENBOL - Hejmara 67'emîn a Kovara Jin bi manşeta “Di sêgoşeya 'Mêr-dewlet-malbat'ê de têkoşîna jinê" xwe gîhand xwînerê xwe.    Kovara Jin ku heftane dê çapkirin, bi hejmara 67'an dîsa xwe gîhand xwînerê xwe. Kovara Jin di hejmara 67'emîn de manşeta "Di sêgoşeya 'Mêr-dewlet-malbat'ê de têkoşîna jinê" derxist pêş û bal kişand têkoşîna jinê ya li dijî feraseta baviksalarî û îktîdara mêr. Kovarê di vê hejmarê de cih da avakirina "Malbatê" û bi polîtîkayên malbatê dixwazin jinê çawa bi teşe û sînor bikin. Kovarê bal kişand ser têkoşîna jinê ya di malbatê de tê hepiskirin û ev yek wekî êrîşa li dijî destkeftiyê jinan pênase kir.    Sernav û nivîskarên Kovara Jin a vê hefteyê wiha ne:    *Hewl didin çîmentoya malbatê zexm bikin/Oya Açan   * Faşîzma ku bilind dibe çima pêdiviyê bi "Malbatê" dibîne / Adalet Kaya   * Malbatek demokratîk pêkan e? / Ebru Gunay   * Di dorpêça cemaetê de têkoşîna jinan û 6284 / Çigdem Goksoy- Komeleya Jinê ya Mimoza    * Bajarê ku hatiye zayendkirin / Buildings Cities- Werger