Kovara Jinê bi serenavê ‘Mêrtî û manîpulasyon’ derket

  • 09:48 2 Hezîran 2024
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Jinê vê hefteyê bi manşeta “Mêrtî û manîpulasyonê” derket pêşberî xwînêrên xwe. 
 
Hejmara 66’emîn a Kovara Jinê ya heftane derdikeve pêşberî xwînêrên xwe bi manşeta “Mêrtî û manîpulasyonê” hate weşandin. Di vê hejmarê de parêzer Rûşen Seydaoglû bi nivîsa xwe ya bi serenavê “Ya ku jiyana bi hev re nepêkan dike: Mêrtiya Jinûve” li ser mînakên dîrokî yên serpêhatiyên jiyana bi hev re ya jin û mêran, bandorên mêrsalariyê yên li ser jiyana jinan û formên nû yên vê yekê ku têkiliyên siyasî yên îro saz dikin, tîne ziman.
 
Hemû serenavên di hejmara nû de wiha ne:  
 
*  Ya ku jiyana bi hev re nepêkan dike: Mêrtiya Jinûve / Rûşen Seydaoglû
 
*  Form û qadên hilberîna tundiyê ya mêrsalariya hegemonîk / Kîbriye Evren
 
* Şertên rêxistinkirina keda jinê / Salîha Zorlû  
 
* Di siyasetê de astengiya ‘mêrtiyê’ / Berîtan Canozer - Hevpeyvîna bi Çaglar Demîrel re 
 
* 10 rêyên ji bo dawîkirina tundiya li dijî jinan / UN Women - Wergêr