Kovara Jinê bi serenavê ‘Mêrtî û manîpulasyon’ derket 2024-06-02 09:48:18     NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Jinê vê hefteyê bi manşeta “Mêrtî û manîpulasyonê” derket pêşberî xwînêrên xwe.    Hejmara 66’emîn a Kovara Jinê ya heftane derdikeve pêşberî xwînêrên xwe bi manşeta “Mêrtî û manîpulasyonê” hate weşandin. Di vê hejmarê de parêzer Rûşen Seydaoglû bi nivîsa xwe ya bi serenavê “Ya ku jiyana bi hev re nepêkan dike: Mêrtiya Jinûve” li ser mînakên dîrokî yên serpêhatiyên jiyana bi hev re ya jin û mêran, bandorên mêrsalariyê yên li ser jiyana jinan û formên nû yên vê yekê ku têkiliyên siyasî yên îro saz dikin, tîne ziman.   Hemû serenavên di hejmara nû de wiha ne:     *  Ya ku jiyana bi hev re nepêkan dike: Mêrtiya Jinûve / Rûşen Seydaoglû   *  Form û qadên hilberîna tundiyê ya mêrsalariya hegemonîk / Kîbriye Evren   * Şertên rêxistinkirina keda jinê / Salîha Zorlû     * Di siyasetê de astengiya ‘mêrtiyê’ / Berîtan Canozer - Hevpeyvîna bi Çaglar Demîrel re    * 10 rêyên ji bo dawîkirina tundiya li dijî jinan / UN Women - Wergêr