Qeymeqamtiya Panosê lîstika kurdî ‘Qral û Travîs’ asteng kir

  • 14:23 22 Çile 2024
  • Çand û Huner
 
AGİRÎ - Lîstika kurdî ya bi navê “Qral û Travîs” ku dihat xwestin li Panosê bê lîstin, ji aliyê qeymeqamtiya navçeyö ve hat astengkirin.
 
Lîstika “Qral û Travis” a ku dihat plankirin di 17'ê çileyê de li navçeya Panos a Agiriyê were lîstin, hat qedexekirin. Lîstika “Qral û Travîs” a Şano Ar a Êlihê ku dihat xwestin di 17'ê çileyê de li Navenda Çand û Hunerê ya Şaredariya Panosa Agiriyê bê lîstin, ji aliyê Qeymeqamiya Panosê ve hat astengkirin.  
 
Abdullah Kartal ê ku ji bo lîstika li Navenda Çand û Hunerê ya Patnosê bê lîstin serî li qeymeqamtiyê da, bi rêya telefonê jê re bersiv hat dayîn di bersivê de wiha hat gotin, " Ji ber ku lîstik 'ne guncav' hatiye dîtn destûr nehatiye dayîn."
 
‘Di bernameya me de çek û bombe tuneye!’
 
Abdullah, bertek nîşanî biryara qedexekirina qeymeqamtiyê da û wiha got: “Bernameya me ya şanoyê ya bi navê 'Qral û Travis' ku kurdî ye, me xwest li Panosê li dar bixin. Li seranserê welêt bê pirsgirêk bername tên çêkirin, li Patnosê ji ber pêkanînên kêfî destûr nayê dayîn. Ji 5’ê çileyê ve em hewl didin destûrê bigirin. Min daxwazname pêşkêşî emniyeta navçeyê û qeymeqamtiyê kir. Qeymeqamtiya navçeyê daxwaznameya me pêşkêşî Midûriyeta Perwerdehiya Millî ya navçeyê kir. Di navbera Qeymeqamtiya Navçeyê û Muduriyeta Perwerdeya Millî de 3-4 caran bersiva redkirinê hat dayîn. Qeymeqamtiya navçeyê ji emniyetê re, piştre ji Şaxa Ewlehiyê ya Emniyetê re şand. Qeymeqamtiya navçeyê dîsa ji Midûriyeta Emniyetê ya Agiriyê re nivîs şand û senaryoya lîstikê, dosya û afîş xwest. Xebatên me yên çand û hunera kurdî tên astengkirin. Bernameya me dê bi bilêt bûya. Me dê bername di 17’ê çileyê de li dar bixista. Lê Me nekarî bilêtên xwe di demeke kurt de bi kar bînin. Eşkere ye ku hem ziman, çand û hunera kurdî û me me hunermendên kurd ji civakê dûr bixin. Di bernameya me de çek û bombe tune ye! Destûreke çawa ya şanoyê heye? Lê rojek piştî bernameya me, li navçeyê şanoyek cuda hat lidarxistin û destûr hat dayîn.”
 
Belgeya biryara bi hincet nehat dayîn!
 
Abdullah, da zanîn ku di 16’ê çileyê de bi devkî biryara redkirinê ji wan re hatiye dayîn û wiha pê de çû: “Belgeya biryara bi hincet nehat dayîn.  Midûrê Karê Nivîsê diyar kir ku qeymeqamê navçeyê biryar daye ku lîstik ‘ne guncaw’ e.”