Komxebata KASED’ê: Em ê bi çand û hunera xwe têbikoşîn

  • 14:54 20 Çile 2024
  • Çand û Huner
 
AMED - Di komxebata ku bi sernavê “Di qada çand û hunerê de têkoşîna jinan" ji hêla KASED'ê ve tê lidarxistin de wiha hat gotin: "Em êdî tenê ji bo xwe odeyekê naxwazin. Em ji xwe re cih û jiyanekê dixwazin."
 
Komeleya Wêje, Çand û Hunerê ya Jinan (KASED), bi sernavê “Di qada çand û hunerê de têkoşîna jinan" komxebatek li dar xist. Komxebat li avahiya Odeya Bazirganî û Senayî ya Amedê (DSTO) pêk hat. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hunermend, şanoger, wêjekar, lîstîkvan, muzîkjen û nûnerên saziyên sivîl tevlî komxebatê bûn. Jinan bi cilên kurdewarî tevlî komxebatê bûn. Di komxebatê de forûmên wekî “Têkoşîna jinan a hebûnê ya di qada çand û hunerê de", "Li Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşîna jinên kurd û di qada çand û hunerê de têkoşîn û tecrûbeyên jinan", "Li Kurdistan û Tirkiyeyê azadiya çand û hunerê, nîqaşên rojevan" û "Di qada çand û hunerê de rêbazên berxwedanê û nîqaşên çareseriyê" bên organîzekirin. 
 
Axaftina vekirinê ji hêla seroka KASED'ê Salîha Ayata ve hat kirin. 
 
Salîha, di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna 30 salan û got: "Jinên Kurd di hemû qadên jiyanê de bi taybet di warê çand û hunerê de ji bo hebûna xwe têdikoşin. Ji bo ziman, çand û hunera xwe têkoşîn dan. Li dijî sînor, qedexe û nêzîkatiya hunerê ya serdest a mêr têkoşîn dan. Jinên kurd têkoşîneke bêhempa dan meşandin. Hîn jî dide meşandin. Ji ber vê yekê em dikarin êdî behsa destkeftiyên jinan bikin û xwe bispêrin mîrateya berxwedanê. Bi vê nêzîkatiyê em ji bo îro dibêjin; Em êdî tenê odeyek ji xwe re naxwazin. Em ji xwe re cih û jiyanekê dixwazin. Em ê ji bo jiyanek azad û wekhev bi çand, huner û zimanê xwe her tim têbikoşin."
 
Piştî axaftina Salîhayê komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.