Li Amedê Serê Salê hat pîrozkirin

  • 16:26 13 Çile 2024
  • Çand û Huner
AMED - Li Amedê bi çarçoveya çalakiyên Serê Salê gelek kesên kevneşopiya "Kosegeriyê" dewam dikin li kolanan meşiyan li deriyan xistin û ji bo sala nû daxwazên xwe anîn ziman. 
 
Li gor salnameya rûmî ya gelê kurd Serê Salê di 13'ê Çileyê de tê pîrozkirin. Komeleya Huner û Çandê ya Dîcleyê, Komeleya Xebatên Zarokan, Komeleya Hêviyên Rengarenk, Şanoya Bajarê Amedê, Komeleya Gen Alan li kolanan geriyan û kevneşopiya "Kosegeriyê" dewam kirin. Bi erbane û kilaman li kolanan geriyan û çerez û pêlîstok li zarokan belav kirin. 
 
Çalakiya bi serdanên esnaf û malên kolanan dewam kir li qada li ber Ulu Camiyê qediya. Piştî govendê heta Komeleya Çand û Hunerê ya Dicleyê meş hat lidarxistin. Çalakî bi gera govendê ya li cihê çandê bi dawî bû.