Yekîtiya Jinên Êzidî Cejna Batizmî pîroz kir

  • 14:19 11 Çile 2024
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Êzidî Cejna Batizmî pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya aştiyê li tevahî cîhanê. Yekîtiya Jinên Êzidî Cejna Batizmî pîroz kir
 
Civaka êzidî bi taybetî eşîra Çêlka li Rojava di van rojan de Cejna Batizmî pîroz dike. Cejn di hefteya duyemîn a piştî sersala mîladî de dest pê dike û 7 rojan dewam dike.
 
Bi vê boneyê Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava peyama pîrozbahiyê weşand. Di peyamê de hêvî hate kirin ku ev cejn bibe wesîleya xêr û aştiyê li tevahî cîhanê.
 
Di roja yekemîn a cejnê de êzidî cilan dişon, di rojên duyemîn û sêyemîn de xêr ji bo miriyan tê belavkirin, di roja çaremîn de sewal tên serjêkirin û goşt tê belavkirin, her wiha şêranî tên çêkirin û nanê taybet ji bo cejnê tê pêjandin. Her wiha di roja 5’an de zarok li nav malan digerin û şêranî li wan tê belavkirin, di roja 6’an de navber e, her wiha di roja 7’an de goşt tê kelandin û cejna anku sersala kurmancî ya ku dikeve 14’Çileyê, tê pîrozkirin.