Ji Saadet Akin ji bo 3 siyasetmedaran stran

  • 13:09 9 Çile 2024
  • Çand û Huner
AMED - Girtiya Siyasî Saadet Akin, ji bo 3 siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin qetilkirin stranek got.
 
Girtiya siyasî Saadet Akin ku di sala 2015'an de di dema qedexeyên derketina derve yên Amedê de hat girtin û 5 sal li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, straneke nû çêkir. Saadetê strana xwe ya nû ji bo sê siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê MÎT'ê ve hatin qetilkirin çêkirin. Saadetê 3 siyasetmedarên jin ên Kurd di salvegera qetilkirina wan de bi strana ku got bi bîr anîn.
 
Saadet Akin kî ye?
 
Saadet, ku di sala 2015-an de li navçeya Sûrê ya Amedê hate girtin û birin Girtîgeha Jinan a Amedê, piştî ku 2 salan li wir ma ji wê jî sirgûnî Girtîgeha Jinan a Tarsûsa Mêrsînê hat kirin.ç  Saadet a ku nêzî 2 salan jî li Tarsûsê ma, herî dawî sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ya Enqereyê hat kirin. Saadet 5 salan li Sîncanê girtî ye.