‘2023’an bi berxwedan, coş û kelecanê derbas bû’

  • 09:05 25 Kanûn 2023
  • Çand û Huner
 
Rozerîn Gultekîn
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama KASED’ê Denîz Terece diyar kir ku di 2023’an de çand û huner bi polîtîkayên asîmîlasyonê û êrîşên mezin re hatiye rû hev û got wê di 2024’an de şertên ku gel bi hunerê re tînin gel hev bidin zorê.
 
Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet bandorek mezin li ser çandê jî dikin. Di dîroka sedsalîya komarê de gelek mînakên asîmîlasyon û qirkirina çandî hatine jiyîn û di vê pêvajoyê de bêguman têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd jî dewam kiriye. Di 2023’an de gelê Kurd li dijî êrîşan têkoşîna xwe berdewam kir.
 
Di 2023’an de çand û muzîka Kurd li her derê bû
 
Di 2023’an de tevî êrîşan xebatan berdewam kir û ji van xebatan hinek wiha bûn:
 
*Li Cizîrê ji aliyê Organizasyona Sanatça û KESK’ê ve Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Cizîrê pêk hat.
 
*Şaredariya Sîlopiyê meha Mijdarê de rojên çand û hunerê organize kir.
 
*Koma Ma,  li Stenbol, Îzmîr, Amed, Colemêrgê konser dan.
 
*Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn îsal 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmed pêk anî.
 
*Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) û Yekitiya Ewropayê Sivîl Duşun, bi dirûşma ‘carekê jî ji vir binêre’ proje meşand û di çarçoveya projeyê de bi estrumanên hatin girtin konserek hat dayîn.
 
*Organîzasyona Sanatça, KESK û DÎSK’ê li Êlihê  bi dirûşma ‘Jina Azad Hunera Azad e’ Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan pêk anî.
 
* 21’emîn Mîhrîcana çand û Xwezayê ya Munzurê pêk hat û 4 rojan berdewam kir.
 
*Li Gimgim a Muşê Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) û Komeleya Parastina Xweza û Cih a Xizir 2’emîn Mîhrîcana Çand, Bawerî û Xwezayê pêk anî.
 
*Organîzasyona Sanatça li Bazid a Agiriyê bi şîara ‘vejîn’ konser da.
 
*Jîn Art Huner, li  navçeya Konak a Îzmîrê li Dêra Azîz Vukolos di 25’ê Mijdarê de konsera dengbêjin jin li dar xist.
 
*Li Wanê Akademiya Hunerê ya Aryen ‘Rojên Muzîkê   ya Aryen’ pêk anî.
 
Qedexe
 
Seranserê salê gelek bername hatin qedexekirin û ji van hinek wiha ne:
 
*Konsera ku wê di 16’ê Kanûnê de li Kuçukçekmece ya Stenbolê bi armanca 32’emîn salvegera Navenda Çanda Mezopotamya pêk bihata hat qedexekirin.
 
* Walîtiya Dêrsimê di 21’emîn Mîhrîcana Çand û Xweza ya Munzurê de konsera Koma Îsyan Ateşî û Koma Veradardz Folk qedexe kir.
 
*Konsera wê di Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Cizîrê de pêk bihata û her wiha atolyeya hunerê ya zarokan ya Gerok Ma ji aliyê qeymeqamtiyê ve hat qedexekirin.
 
*Konsera wê ji aliyê Platforma Hay Dersîm ya wê di 12’ê Tebaxê de pêk bihata hat qedexekirin.
 
*Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Gêxî ya ku wê di 12-13’ê Tebaxê de li Gêxî ya Çewlîkê pêk bihata ji aliyê qeymeqam ve hat qedexekirin. 
 
Mîhrîcanên asîmîlasyonê
 
Bernameyên çand û hunerê hem li Kurdistan û hem li Tirkiyeyê berdewam kirin. Desthilatdariyê li dijî xebatên saziyên çand û hunerê ‘mîhrcana çandî’ afirand û polîtîkayên asîmîlasyonê domand. Walîtiya Agiriyê, hevşaredara HDP’ê ya hatibû îxrackirin Yildiz Acar û Holdîng Dosso Dossî Mîhrîcana Çiya ya Agiriyê pêk anî. Li Geverê jî ji aliyê Walî û Qeymeqamtiyê ve ‘5.Cîlo Fes’ pêk anîn.
 
Li dijî asîmîlasyonê têkoşîn
 
Li dijî astengiyan têkoşîn tê dayîn û yek ji van saziyan ku li dijî asîmîlasyonê têdikoşe KASED e. Endama KASED’ê Denîz Tecere der barê sala 2023’an de axivî û d der barê pêvajoya qada hunerê de nirxandin kir. Denîzê diyar kir ku hem di qada çand û huner hem  li dijî asîmîlasyon û hem jî lidijî astengiyan gelek xebat meşandine  û wiha got: “Bernameyên me eleqeyek mezin dîtin. Sala 2023’an bi erdhejên navenda wê Mereş bû pêk hatin. Me li Semsur û Mereşê atolye pêk anîn, xebatên zarokan û bernameyên dengêjan pêk anîn. Ligel vê me gelek mîhrîcan pêk anîn.”
 
Bernameyên bi zimanê dayikê
 
Denîzê her wiha di berdeamiyê de daxuyakirin ku dewlet naveroka muzîk û çandê vala dike û dibe ber gel û wiha got: “Em li dijî vê bi bernameyên çandî bersiv didin. Li Geverê mîhrîcan hat astengkirin. Konser û atolya zarokan tenê hatkirin. Li Cizîrê mîhrîcan û atolyeya zarokan hat astengkirin. Tenê panel û dîwana dengbêjan hat kirin. Li Êlihê Mîhrîcana çand û hunerê ya jinan hat kirin. Li Nisêbînê ji ber şertên şer yên heî mîhrîcan taloqî dîrokek din hat kirin û tenê panel û atolya zarokan hat kirin. Lê tevî hemû qedexeyan bernameyên me eleqeyek mezin dîtin. Sala 2023’an bi rihê coş, kelecan û afirandinek nû derbas bû.”
 
‘Divê renge jinan li her derê be’
 
Denîzê balkişand ser Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan ya li Êlihê pêk anîne û got li dijî qetilkirina jinan, li dijî astengiya jinan mîhrîcan pêk anîne û wiha domand: “Êlih bi taybet hat hilbijartin. Xwe îfadekirina jinan, derketina ser dîkê a jinan gelek girînge.  Ev mîhrîcan di esasê de bersiv bû. Her ku sahne vala bimînin we hovîtî welat bipêçe. Ji ber vê divê rengê jinan li ser huner, çand û bajar hebe.”
 
‘Dixwazin civakek bê hiş biafirînin
 
Denîzê wiha dirêjî daye: “Bi hevkariya deshtilatdarî û qeyûman bi polîtîkayên şerê taybet li Kurdistanê bername hatin kirin. Lê wan bernameyên xwe jî asteng kirin. Mîhrîcana Sûrê ya sala borî pêk hat îsal bihinceta şerê Fîlîstîn-Israîlê hat betalkirin.  Di erdnîgariya Sûrê lîstin û li gorî xwe torek mîhrîcanê av adikin. Li cihên din jî wisa dikin. Hewl didin civakê bê hiş bihêlin û ji çandê dur bigirin.Divê em li dijî van êrîşan wek hunermendên jin yên Kurd têbikoşin û çanda gelê xwe bidin jiyîn. Em ê li dijî polîtîkayên şer têbikoşin. Divê em bi awayekî xurt têbikoşin. Di 2024’an de em ê şertên ku gel bi hunerê re bînin ge hev ava bikin.”