‘Armanca desthilatdariyê asîmîlasyon e’

  • 09:05 22 Cotmeh 2023
  • Çand û Huner
 
AMED - Di hevkariya qeyûmên tayînê şaredariyê bûye û Wezareta Çand û Turîzmê, li Sûr a Amedê Mîhrîcana Riya Çanda Sûrê pêk tê. Şanoger Elvan Koçer da zanîn ku armanca vê mîhrîcanê asîmîlasyon e û got li dijî vê li her derê Kurdistanê divê hemû saziyên Kurd têkoşîna xwe bidin.
 
Desthilatdarî li Kurdistanê li hember çanda Kurd polîtîkayên êrîş û asîmîlasyonê bi teşeyên cuda didomîne. Li aliyê din jî di bin navê mîhrîcana çandê de polîtîkayên şerê taybet didomîne. Li Amedê ji aliyê Wezareta Çand û Turîzmê ve hat plankirin ku konserên di bin navê ‘Mîhrîcana Riya Çanda Sûrê’ pêk bên. Lê her çiqas konser ji ber şerê navbera Israîl- Fîlîstînê ve bê betalkirin jî hinek bername hatin organîzekirin. Lîstikavana Şanoya Bajar a Amedê Elvan Koçer, der barê mîhrîcan û armancên wê de axivî.
 
‘Mîhrîcanên ku xîtabê gel nakin pêk tînin’
 
Elvanê diyar kir ku ev mîhrîcanên pêk tên parçeyek polîtîkaya asîmîlasyonê ne û wiha vegot: “Dema em li naveroka van mîhrîcanan dinêrin, bernameyên ku xîtabê gel nakin dertên holê. Ev mîhrîcan çand û ziman asîmîle dikin, xîtabê herêmê nakin û ev mîhrîcan ji aliyê kesên ku eleqeya wan bi civakê tune ne ve tên meşandin. Di meşandina polîtîkaya asîmîlasyonê de rola qeyûm heye. Dewlet çand, zimanê xwe ferz dike. Ev jî tê wateya asîmîlekirina civakê.”
 
‘Pereyê li asîmîlasyonê xerc dikin li hewcedariyan xerc nakin’
 
Elvanê bi lêv kir ku di vê krîza aborî de dewlet ne ji bo hewcedariyên civakê, ji bo hewcedariyên xwe lêçûnên mezin dike û wiha anî ziman: “Niha pirsgirêka herî mezin a welat krîza aboriyê ye. Dema krîzek wisa hebe, dewlet li şûna organîzasyonên wisa mezin divê ji bo çareseriya krîzê tiştekî bike. Dema krîz hebe, mirov di sînorê birçîbûnê de bin çima evqas pere li produksiyonên wisa tên xerckirin.”
 
‘Gelê me çanda xwe tercih dike’
 
Elvanê diyar kir ku civaka Kurd xwedî kevneşopiyek berxwedana mezin e û civakek polîtîk e û wiha dawî lê anî: “Ev civak dizane ku dewlet bi çi armancê li ser vê axê vê dike. Li dijî van polîtîkayên asîmîlasyonê alternatîfên gelê Kurd jî hene. Divê gelê me tiştên aydê çanda xwe zimanê xwe tercîh bike. Li her derê Kurdistanê saziyên ji gel re xizmetê dikin hene.”