‘Em ji hêza başkirî ya hunerê fêdeyê bigirin’

  • 09:02 13 Cotmeh 2023
  • Çand û Huner
 
Nazlican Nujîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Wênesaz Gulîzar Kiliç li Îzmîrê pêşangeha wêneyan a bi navê ‘ji êşekê heta hezar êşî’ ya bi mijara penaberan vekir û got tevî hunermend bi hestiyar tevdigerin, nikarin vê derbasî hunerê bikin û banga zêdekirina hestiyariyê li hunermendan kir.
 
Ji aliyê Komeleya Pira Gelan 3’emîn  Mîhrîcana Fîlman a Penaberan a Navneteweyî li Îzmîrê hat vekirin. Di çarçoveya vê de li Hunera Îzmîrê pêşangehên wêneyan pêk hatin. Piranî peşangeh li ser mijara penaberan bûn.  Wênsaz Gulîzar Kiliç jî pêşangeha xwe ya bi navê ‘ji êşekê heta hezar êşî’ li vir da pêşandan û çîroka koçberiyê ya malbatan vedibêje.
Gulîzarê da zanîn ku seranserê dîrokê her tim mêr derkteine pêş û  di serdema ewil de tê gotin wêneyên hatine xêzkirin ji aliyê mêran ve hatine pêşkêşkirin lê ji belgeyên îro tê fêmikrin ku ji aliyê jinan ve hatine çêkirin. Gulîzarê wiha vegot: “Keda jinan her tim tê tûnekirin. Şer, krîz û karaset ewil li jinan dixin. Ez jinek im, dayikek im. Mînak di vê mehê de 38 jin hatine qetilkirin. Çima hatine qetilkirin? Ev wek jinekê canê min diêşîne. Ez êşê dikşînim dema wan tînim rojevê. Ez çawa  vê nîşan bidim, çawa wê rengîn be. Yanî hema wisa dernayê holê. Ez hema wisa runanim û çênakim.”
 
Hunera navbera fikar û hestiyariyê
 
Gulîzanê da zanîn ku hinek hunermed li dijî bûyerê civakê bihestiyarin lê ev têr nak û wiha vegot: “Yekane xwdiyên alavên hilberînerê hunermendin. Hun neçarin tiştên hatine hilberandin bidi bazarkirin. Neçarî ji gel re vebikî. Wê bi çi xwedî bibî? Ev fikar hene. Yên fikarên wan zêde ne, tenê bi wênesaziyê derbas dikin divê bi kontrol tevbigerin. Bêguman hete, niha erdhêjek çêbû û divê bûyerê de êş neyê kişandin mirov dikarin bibin hunermend.Nabe, lê fikarên din hene, fikarên aborî hene.”
 
‘Divê em bên gel hev’
 
Gulîzarê bang li hunermendan kir û wiha dawî Lê anî: “ Wênesazên Sînornenas hene. Gelek sazî hene. Huner xwedî hêza başkirinê ye xwedî hêza rexneyê ye û şahidiyê ye. Yanî hun nîşan didin lê dema hûn tên rû hev hûn liba dibin. Hevalên me yên vê dikin hene. Ez ji hunermendan re dibêjim hestiyariyê zêde bikin. Em ji hêza başkirinê ya hunerê fêdeyê bigirin. Em aliyê teşhir û rûhevhatinê nîşan bidin. Em bên gel hev.