Komeleya Lêkolînên Kurd dest bi kursên serdema payîzê dike

  • 16:04 12 Cotmeh 2023
  • Çand û Huner
 
 
STENBOL - Komeleya Lêkolînên Kurd, di 14'ê Cotmehê de dest bi kursên ziman dike
 
Komeleya Lêkolînên Kurd (Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê) dê ji bo serdema payîzê bi zaravayên kurmancî, soranî û kirmanckî ên kurdî  kursên ziman bide destpêkirin. 
 
Kurs dê di 14’ê Cotmehê de dest pê bikin. Komeleyê li ser malpera xwe der barê kursan de hin agahî parve kirin û da zanîn ku ew ê ji bo asta yekemîn hem rû bi rû hem jî wek online, ji bo asta duyemîn rû bi rû, ji bo asta sêyemîn jî hem online hem jî rû bi rû kursan bide destpêkirn. Hat gotin ku dê kursa ziman a asta çaremîn jî tenê rû bi rû were dayîn. 
 
Di parvekirinê de diyarkirin ku kursa kirmanckî asta yekemîn a A1’ê dê rû bi rû û online, asta duyemîn a A2’yan dê rû bi rû û online, asta yekemîn a soranî jî dê wek online were dayîn.