Li dijî asîmîlasyonê çareserî axaftina bi kurdî ye!

  • 09:03 9 Cotmeh 2023
  • Çand û Huner
 
AMED - Rêvebera KASED'ê Salîha Ayata polîtîkayên şerê taybet û êrîşên li ser çanda Kurdan nirxand.  Salîha  got, “Kurd ne bê alterantîf in. Gelek sazî, akademiyên çand û hunerê yên kurdan hene. Li her derê, li dibistanê û li derve Kurd hene û dikarin bi Kurdî biaxivin.
 
Zext û qedexeyên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li ser çand û hunera kurd dewam dikin. Bi salan e li ser ziman û wêjeya kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê yên taybet tên meşandin, ciwan nikarin bi zimanê xwe çanda xwe pêşve bixin. Îqtîdara ku çand û zimanê kurdî qedexe kiriye li aliyekî jî bi mîhrîcan û çalakiyên din ên li dijî çanda kurd hewl dide ku di serî de ciwanan kuran ji çand û zimanê wan dûr bixwe.  
 
Rêvebera Komeleya Çand, Huner û Wêjeya Jinê (KASED) Salîha Ayata der barê polîtîkayên hikûmetê yên li hemberî çanda kurdî de nirxandinan kir.
 
'Li gel asîmîlasyonê berxwedan didome'
 
Salîhayê diyar kir ku ew 4 sal e li KASED'ê mamostetiya kurdî dike, bi taybetî jî li ser wêjeya kurdî dixebite û anî ziman ku li gel bişaftinê berxwedaneke mezin heye.  Salîhayê anî ziman ku wêjeya kurdî her çiqas bi qedexekirin, zordarî û bi polîtîkayên bişaftinê re rû bi rû mabe jî heta roja îro xwe parastiye. Salîhayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Dema ku em berê xwe didin wêjeya kurdî, ji sedsala 10’emîn heta sedsala 18’emîn em nivîskariya jinê ya bê navber dibînin. Ji Celalî Xanima Loristanî, Lîsa Xanim bigrin heta Mestûrê Kurdistanî gelek jinan di dîwanan de bi berhemên xwe cih girtine. Herwiha van jinan sitran gotine, nivîsandine. Lê belê bi taybetî jî ji dawiya sala 18’emîn heta 20-21’an bi Peymana Lozanê re ku Kurdistan kirin çar parçe, wêje jî parçe dibe. Îbrahîm Seydo Aydogan ji bo wêjeya kurdî dibêje 'li Bakûr jî 1940’an heta 1970’yan qet berhemên kurdî nehatin nivîsandin' û vê pêvajoyê wekî darbeyekê dinirxîne. Dema mirov di vî warî de li Bakur dinêre li gel asîmîlasyon, qedexekirinê, li hemberî vê jî berxwedanek heye. Wêjeya kurdî di warê xweparastinê de herî zêde bi wêjeya devkî bênavber berdewam kiriye. Her wiha îro sedsaleke wêjeya nivîskî ya xurt li pêşberî me ye. Heta îro xwe parastiye û hê jî diparêze.”
 
‘Kurdî hîna jî wekî ziman nayê qebûlkirin’
 
Salîhayê di  berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ser ziman û wêjeya kurdî zext û zorî gelek zêde ne û daxuyand ku di serî de li Bakûr, li çar parçe Kurdistanê zext û zoriyên li ser ziman û çandê gelek zêde ne. Salîhayê wiha dewam kir: “Demeke pir dirêj qedexeyeke mezin  li ser zimanê kurdî hebû û serê peyveke bi kurd ku dihat axaftin 50 qirûş ceza dihat birîn. Lê belê bi berxwedana kurdan bi taybetî jî bi berxwedana zindananê di warê qedexeya li ser ziman de hin tişt hatin guhertin.  Bi rastî polîtîkayên bişaftinê û şerê taybet ê li Kurdistanê   bandora xwe ya neyînî li ser zimanê kurdî jî kirin. Em pir dûr neçin,  di sala 2023’an de jî  hîna zimanê kurdî, zimanê perwerdeyê û danûstandinê nîne. Medya û wêjeya kurdî heye, heta cihekî parastin heye. Lê belê zimanê Kurdî hê jî ne fermî ye û hê jî wekî zimanekî nayê qebûlkirin. Mînaka vê ya herî nêz Wezareta Tendirustiyê ye. Ji bo rûsî, înglîzî û erebî tercûman didin lê belê ji bo zimanê kurdî tune ye. Hê jî ji bo zimanê kurdî polîtîkayên bişaftinê dewam dikin.”
 
'Bi mîhrîcanan asîmîlasyon tê pêşxistin'
 
Salîhayê bal kişand ser mîhrîcanên ku li bajarên Kurdistanê ji aliyê qeyûman ve tên organîzekirin û diyar kir ku ev yek parçeyek ji polîtîkayên şerê taybet e. Salîhayê diyar kir ku konserên hunermendên Kurd hatine qedexekirin û got, "Çima ev mîhrîcan bi taybetî li Cizîr, Bazîd û Amedê tên lidarxistin?" Saliha anî ziman ku hunermendên ku ji bo çanda populer dixebitin di van mîhrîcanan de derdikevin ser dikê û bi zanebûn tên hilbijartin û wiha got: “Bi van mîhrîcanan dixwazin atmosfera îdeolojiya civaka Kurd biguherînin. Mînak lîstikek şanoyê tînin mîhrîcanê, navê lîstikê Xecê û Siyabend e û îdeolojiya û bi vê îdeolojiya xwe li ber çavan radixin radixe, an jî hunermendên çanda populer tînin konseran. Ji ber vê jî divê ev mîhrîcan baş bên famkirin. Sala borî refleksa gel xurt bû. Ji derve gelek kes anîn, lê beşdarbûn kêm bû. Bi polîtîkayên şerê taybet dixwazin di ser ciwanan re encamê birin û bişaftinê zêde bikin. Qirkirin û windakirina jinan jî ji vê cuda nikare bê destgiritn. Mînakên vê jî jinên wekî Gulistan Doku û İpek Er in.”
 
‘NÇM 31 sale ji bo çand û hunera kurdî têkoşînê dide' 
 
Salîhayê bal kişand ser alternatîfên van mîhrîcanan û diyar kir ku li hemberî van  Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) heye. Salîhayê desnîşan kir ku NÇM 31 sal e ji bo parastina çand û hunera kurdî li ber xwe dide. Salîhayê anî ziman ku parastina çand û hunera kurdî divê tenê ji saziyan re neyê hiştin  û wiha pê de çû: “Divê gel jî vê paratinê xurt bike. Tenê bi sazî, dezgeh û daxuyaniyan mirov nikare li hemberî vê helwestê bisekine. Divê bi civakî em li hemberî çanda populer bisekinin.”
 
‘Divê parastina ziman xurt bibe’
 
Salîhayê di dawiya axaftina xwe de cih da xurtkirina parastina zimanê kurdî û bilêvkir ku di salên dawî de asîmîlasona heyî veguheriye   otoasîmîlasyonê. Salîhayê diyar kir ku êdî di nav malan de Tirkî tê axaftin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zimanê zikmakî ji bo hemû kurdan roleke pir girîng dileyîze. Divê malbat bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Kurd bê alternatîf nînin, gelek sazî û dezgeh hene. Ji bo vê jî divê parastina ziman xurttir bibe. Ji ber ku ev parstin neyê kirin dê ziman winda bibe. Îro di civaka me de kurdî tenê ji aliyê kal û pîran ve tê axaftin. Divê bi her awayî parastina ziman xurt bibe û li her derê kurdî bê axaftin.”