Li Swêdê Mîhrîcana Çanda Kurd

  • 11:41 10 Îlon 2023
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Goteborg ê Swêdê Mîhrîcana Çanda Kurd hate lidarxistin. Bi hezaran kes beşdarî mîhrîcanê bûn û bi çand û hunerê li hemberî qirkirin û asîmîlasyona li Kurdistanê dengê xwe bilind kirin.
 
Piştî paytext Stockholmê, li bajarê Goteborg ê Swêdê duh Mîhrîcana Çanda Kurd hate lidarxistin, Bi hezaran Kurdistanî li navenda bajêr li hev kom bûn û bi pêşengiya Saziyên Kurd ên li bajêr saet di 11:00 de dest bi mîhrîcanê kirin. Di çarçoveya Mîhrîcanê de ji cil û bergên Kurdî hetanî bi xwarin û danasîna pirtûkên Kurdî, standên cûr be cûr hatin danîn. Ji bo danasîna pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standek taybet hate danîn ku gelek pirtûkên wî bi Îngilîzî, Almanî, Fransî û Swêdî hatine wergerandin.
 
Kurdistanî bi cil û bergên Kurdî rengîniya çanda xwe li Ewropiyan dan naskirin. Gelek siyasetmedar, nivîskar ê rojnamevanên Swêdî jî tevlî Mîhrîcanê bûn. Rêveberên Navenda Civaka Demokrasîxwaz a Kurd li Mîhrîcanê axivîn.
 
Axaftvana qala şer û qirkirina li Kurdistanê kirin, girîngiya hebûna çand û hunera Kurdî anîn ziman û dewleta Tirk şermezar kirin. Herwiha
beşdarên mîhrîcan daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin û dengê dirûşmên "Azadî û statuya Kurdistanê" ji qadê bilind bûn.
 
Hunermendên Kurd Şivan Perwer, Serhado, Narînxan, Ferzad Mehdî Nîa, Grup Muradyan, Şiyar û Dijwar konser dan. Bi hezaran kesên tevlî mîhrîcanê bûn li gel stranan govend gerandin.
 
Mîhrîcan heta êvarê hat dewamkirin.