Di Mîhrîcana Çanda Kurde daxwaza ‘ji Ocalan re azadî’

  • 21:31 9 Îlon 2023
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - 31’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi beşdariya de hezar kesan bi coş pêk hat. Di festîvalê de bal kişandin ser daxwaza statuya Kurdistanê û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li dijî tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê kirin.
 
31’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku li Ewropayê çalakiya herî zêde beşdarî lê tê kirin û ji zû ve ye didome ye, îsal bi dirûşmeya “Di salvegera 100’emîn a Lozanê de çareseriya pirsgirêka Kurd, statu ji Kurdistanê re” li bajarê Frankfûrt ê Almanyayê hat lidarxistin. Ji saetên serê sibehê ve bi deh hezaran Kurdistanî yên ji welatên cuda yên weke Almanya, Swîsre, Belçîka, Îtalya, Awûstûrya, Hollanda, Swêd û Fransayê, herikîn Rebstockparkê ku festîval lê bû. 
 
Kurdistanî bi cil û bergên xwe yên neteweyî û bi alên xwe ve balê kişandin. Li qada festîvalê ku coşeke mezin lê serwer bû, pankarta 'Ji Kurdan re statu û azadî' li dikê hat daliqandin û bi sedan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadê hatin vekirin. Li qadê bi hezaran kesan wêneyên şehîdên ku di nav Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de di demên cuda de şehîd bûne vekirin û dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana PKK’ê’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ berz kirin.. Festîval diyariyê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hate kirin ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, kirin.
 
Festîval piştî deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokên KCDK-E’yê Engîn Sever, Zubeyde Zumrut, hevserokên KON-MED’ê Emîne Ruken Akça, Kerem Gok, Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Ayten Kaplan û nûnerên konfederasyona girêdayî KON-MED’ê derketin ser dikê û gel silav kirin.
 
‘Em bi biryarin Rêberiya xwe azad bikin’
 
Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut mafê axaftinê girt. Zubeydeyê diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst li çar parçeyan gelê Kurd qetil dike û got: “Zîhniyeta ku 100 sal in gelê me qetil dike, li benda komkujiyên nû ye. Lê gelê Kurd bi biryar e ku di salvegera 100’emîn a Lozanê de azadî û mafê xwe yê statuyê bi dest bixe. Tecrîda Îmraliyê ya li Rêber Apo ji aliyê gelê me ve neyê qebûlkirin. Gelê me ji bo azadiya Rêberê xwe bi biryar e. Ger em tecrîda li ser Rêbertî neşkînin, dewleta Tirk wê li her çar aliyê Kurdistanê bi taybet li Rojava komkujiya li ser me bidomîne.”
 
‘Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin’
 
Engîn Sever jî diyar kir ku di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de daxwaza gelê Kurd a ji bo statuyê zêdetir derket pêş û destnîşan kir ku siyaseta Kurd ji bo statuya Kurdistanê wê bi gel re  hemû derfetên xwe seferber bike. Engîn anî ziman ku tecrîda mutleq a li Îmraliyê sûcekî giran ê mirovahiyê ye û got ku di bin kûrkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan a ku 25 sal in didome de, li dijî gelê Kurd polîtîkayên nû yên komkujiyê tên plankirin. Engîn diyar kir ku Kurd wê li her qadê bi rojeva ji Abdullah Ocalan re azadî û Kurdistanê re statu bin û ji saziyên navneteweyî û welatên têkîldar xwest ku dev ji polîtîkayên durtûtiyê berdin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”
 
Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Ayten Kaplan jî axaftina xwe bi Almanî kir. Ayten Kaplan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştre Parlementerê Federal ê SPD’ê Armand Zorn mafê axaftinê girt.
 
‘Gelê Kurd tevî qirkirinê berxwe dide’
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementerê Partiya Çep a Kesk ê Amedê Bedran Ozturk ku beşdarî festîvalê bû, gel silav kir û Evîn Goyî, Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer bi bîr anî.
 
Bedran diyar kir ku festîvala ku di salvegera 100’emîn a Lozanê de tê lidarxistin xwedî wateyeke dîrokî ye û got: “Bi ser peymana Lozanê 100 sal derbas bûn. 100 sal berê hêzên navneteweyî Kurdistanê parçe kirin. Paşeroja gelê Kurd hiştin însafa dewleta Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê. Wan dewletan ji bo asîmîlekirin û tinekirina gelê Kurd polîtîkayên qirêj û qirkirinê pêk anîn. 100 sal bi ser de çû; Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi nasname û çanda xwe heye. Tevî hemû komkujiyan îro li ber xwe dide û daxwaza statuyê dike.”
 
Bedran anî ziman ku Lozan ku Kurdistan parçe kir îro jî berdewam dike û got: “Dewletên ku hêz ji peymana Lozanê girtin, tecrîda giran li ser Birêz Abdullah Ocalan dimeşînin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi şirîkatiya dewletên Ewropayê û Emerîkayê didome. Bi tecrîdê re tê xwestin vîna gelê Kurd teslîm bigirin û di sedsala nû de Kurd bê statu bihêlin. Birêz Abdullah Ocalan ne şexsekî ye, vîna bi mîlyonan temsîl dike. Bi vê tecrîdê re dixwazin hêviya azadiyê ya gelan tune bikin.”
 
Bedran got ku bêdengiya CPT û Konseya Ewropayê ya li hemberî tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê wateya erêkirina tecrîdê û bang li gel kir ku li dijî vê bêdengiyê têkoşînê mezin bikin.
 
‘Jiyan bi Kurdî xweş e’
 
Bedran bal kişand ser girîngiya axaftina bi Kurdî ya di jiyana rojane de û got: “Divê em li dijî asîmîlasyonê çand û zimanê xwe biparêzin. Em zimanê xwe di jiyana xwe ya rojane de bikarbînin. Jiyan bi Kurdî xweş e. Ger zimanê me tune bibe, wê dîrok, çand û hemû tiştê me tune bibe. Bila her kes pêşî zimanê Kurdî fêrî zarokên xwe bike.”
 
Di dawiya festîvalê de hunermend û komên muzîkê derketin ser dikê û kêliyên bi coş pêşkeşî girseyê kirin. Festîvala ku bi guhdarkirina muzîkê û pêşandana govendê berdewam kir, piştî pêşandana bernameyên cuda yên hunerî bi dawî bû.