31'emîn Festîvala Çanda Kurd li Elmanyayê dest pê kir

  • 14:21 9 Îlon 2023
  • Çand û Huner
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 31'emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dirûşma “Di sedsaliya Peymana Lozanê de ji kurd û Kurdistanê re statû"" pêk tê diyarî Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hate kirin.
 
31’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku li Ewropayê çalakiya herî zêde beşdarî lê tê kirin û ji zû ve ye didome, li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê li qada Rebstockparkê dest pê kir.
 
Ji saetên serê sibehê ve bi deh hezaran welatiyên Kurdistanê yên ji welatên cuda yên weke Elmanya, Swîsre, Belçîka, Îtalya, Awûstûrya, Hollanda, Swêd û Fransayê hatin, berê xwe dan qada festîvalê.
 
Li qada festîvalê ku coşeke mezin lê serwer bû, pankarta "Ji Kurdan re statû û azadî" li qadê hat daliqandin û bi sedan wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li qadê hatin vekirin.
 
Li qadê bi hezaran kesan wêneyên şehîdên ku di nav Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane vekirin û dirşmên ‘Bijî berxwedana PKK’ê’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ berz kirin.
 
Li qada festîvalê ya bi rengên neteweyî yên Kurd hatiye xemilandin, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û saziyên Kurd ên cuda ji bo pêşxistina çanda Kurdî stand vekirin. Her wiha nivîskar di pêşangehên pirtûkan de bi xwendevanên xwe re lom ûn.
 
Festîvala ku bi dirûşma “Di sedsaliya Peymana Lozanê de ji kurd û Kurdistanê re statû" hat lidarxistin, diyarî Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hate kirin yên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin.
 
Festîvalê piştî deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokên KCDK-E’yê Engîn Sever, Zûbeyde Zûmrût, hevserokên KON-MED û Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Ayten Kaplan di festîvalê de axivîn.