1'emîn Mîhrîcana Hunerî ya Silêmaniyê dest pê kir

  • 09:44 9 Îlon 2023
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Duh bi şev yekemîn Mîhrîcana Hunerî ya Silêmanî bi tevlîbûna kom û stranbêjên ji Bakurê Kurdistanê, Iraq û herêmê dest pê kir.
 
Duh bi şev li Şanoya Romanî ya li parka Hewarî Şar ya li Silêmaniyê, yekemîn Mîhrîcana Hunerî ya Silêmanî (Awaza Gelan) dest pê kir.
 
Mîhrîcan bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê hemû cangoriyan dest pê kir, piştre li ser navê komîteya amadekar a mîhrîcanê peyamek hate xwendin. Di peyamê de hate gotin ku ew hewl didin bi rêya mîhrîcanê, çand û hunera Kurdî bi cîhanê bidin nasîn. Hate gotin ku ev yekem mîhrîcana hunerî û stranbêjî ya gelên herêmê ye.
 
Piştî wê koma Keçên Silêmaniyê berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin. Piştî wê jinên dengbêj ên Bakurê Kurdistanê stranên xwe pêşkêş kirin.
 
Di dawiya roja yekem ya mîhrîcanê de, koma Nîştimanî ya Çanda Iraqê, çend berhemên xwe pêşkêş kirin. Şeva dawî ya mîhrîcanê bi stranên dengbêjiyê bi dawî bû.
 
Tê payîn di mîhrîcanê de gelek kom û stranbêjên navxweyî derve tevlî bibin. Wê mîhrîcan heta 11’ê Îlonê dewam bike.