'Sûr û Baxçeyên Hevselê di bin xeteriyê de ne'

  • 14:27 8 Îlon 2023
  • Çand û Huner
 
AMED - Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê derbarê parastina sûr û Baxçeyên Hewselê yên Amedê de daxuyaniyek da û banga hişyariyê kir. 
 
Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê têkildarî sûr û Baxçeyên Hewselê yên Amedê ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê de cih digirtin û xist "Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên di Xetereyê de” li Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Arkeolog Nevîn Soyûkaya li ser navê Platformê daxuyanî da û da zanîn ku sûr û Baxçeyên Hewselê yên Amedê ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê de cih digirtin bi hewldanên rêxistinên sivîl ên Amedê xistin "Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên di Xetereyê de” ye. 
 
Nevîn destnîşan kir ku qedexeyên derketina derve yên li Sûrê ku di sala 2015’an de hatin ragihandin û piştî qedexayan şerê ku qewimî û dû re planên û avakirina ji hêla Wezareta Bajarvaniyê ve zerar dan mîmariya sûrê û divê ev navçeya dîrokî ku li gorî qanûnê neteweyî û navneteweyî bihata parastin lê rê li ber rûxandinek ku venaguhere rewşa xwe berê vekir. 
 
Piştre Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Abdussamed Ucaman li ser navê Platformê metna daxuyaniyê xwend û nerazîbûn nîşanî rûxandina sûr û Baxçeyen Hewselê da û ji bo talan û hilweşandina li sûran û Baxçeyên Hewselê û ji bo dest ji xeletiyên di rapora UNESCO de jî ku hatiye diyarkirin were berdan bang li rayedaran hat kirin. Abdussamed  got ew ê wek platformê heta dawiyê vê mijara navborî ku bo wan gelek girîng e bişopînin.