'Divê hemû kes xwedî li çanda xwe derkevin'

  • 09:03 6 Îlon 2023
  • Çand û Huner
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Li Taxa Şêxmeqsûd pêşengehek ji aliyê Meclîsa Tendirustiyê ya Kongra Star û Yekîtiya Jinên Êzidî ve hatibû vekirin. Jinan têkildarî vê pêşangeha ji bo parastina çand û hunerê hat vekirin, wiha gotin:"Em weke jinên Taxa Şêxmeqsûdê, dest ji xweza, kevneşopî û çanda xwe bernadin. Em ê têkoşîn bikin heta ku em nehêlin çanda me were qirkirin. "
 
Li Taxa Şêxmeqsûdê pêşengehek ji aliyê Meclîsa Tendirustiyê ya Kongra Star û Yekîtiya Jinên Êzidî ve hatibû vekirin. Di vê pêşengehê de amûrên kevnar û bi destan ên ku jinan afirandine, di heman demê de dermanên xwezayî hebûn. Jinên li Helebê têkildarî mijarê nirxandin kirin. Jinan di nirxandinên xwe de bal kişandin ser girîngî û parastina çand, huner û xwezayê. 
 
'Me xwest em lêvegerînekê ji bo çanda xwe bidin çêkirin'
 
Endama Koordînasyona Jinên Êzidî ya Rojava ya Ofîsa Helebê Newroz Edo diyar kir ku wan xwestine lêgerînekê ji bo çanda xwe bidin destpêkirin û wiha got: "Me pêşangeha xwe bi armanca xuyakirina çanda xwe vekir. Ji ber di van demên dawî de piranî malbatên me berê xwe ber bi koçberiyê ve vedikin. Ji bo wê jî me xwest em lêvegerînekê ji bo çanda xwe bidin çêkirin da ku her kes vegerin dîrok û çanda xwe. Da ku bajarê xwe terk nekin."
 
'Em bi hêvî ne kesek berê xwe bi koçberiyê ve veneke'
 
Di dawiya axaftina xwe de Newrozê wiha daxwaza xwe anî ziman û got:"Em bi hêvî ne ku gelê me berê xwe ber bi koçberiyê ve venekin û xwe bi dîrok, çand û hunera xwe girê bidin. Wê biparêzin da ku di helandin û qirkirinê de derbas nebe. "
 
'Jin perçeyek ji xwezayê ye'
Ji Rêveberiya Meclîsa Tendirustiyê ya Kongra Star Şîraz Silêman bal kişand ser jin û xwezayê û wiha domand:"Ev pêşengeha me ya ku  me vekir girêdayî çanda jina ye. Di heman demê de jî hemî tiştên xwezayê tê de hat pêşkêşkirin. Ji ber jin perçeyek ji xwezayê ye û ji hevdû qut nabin. "
 
Qirkirina xweza û çandê 
 
Şîrazê da zanîn dermanên xwezayî yên di pêşengehê de hatin pêşkêşkirin bi awayekî xwezayî hatine çêkirin û wiha got:"Armanca me ya vekirina pêşengehek bi vî awayî ew e ku gel xwezaya xwe nas bike û xwe ji xwezaya xwe veneqetîne. Ya herî girîng jî me dermanên xwezayî bi destan çêkir ji bo ku gelê me xwe ji madeyên hişbir û kîmyewî bidin dûrxistin. Ji ber ku di roja me ya îro de pir kes kar û xebatên xwe dikin da ku xwezaya me û çanda me qir bikin. Em weke jinên Taxa Şêxmeqsûdê, dest ji xweza, kevneşopî û çanda xwe bernadin. Em ê têkoşîn bikin heta ku em nehêlin çanda me were qirkirin. Divê hemû kes xwedî li çanda xwe derkevin. "