Li Hesekê Mîhrîcana zarokan hat lidarxistin

  • 10:34 3 Îlon 2023
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca zindîkirina çanda civakê û xwedîderketina li pêşeroja civakê Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Hesekê li Hola Serdem mihrîcana 8 emîn a zarokan  li dar xist.
 
Bi dirûşma "Zarok hêviya jiyanê ne bi zarokan jiyan xweş dibe" Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Hesekê li Hola Serdem a Taxa Mişêrfê ya Hesekê mihrîcana 8'emîn a zarokan li dar xist. Hola mihrîcanê bi wêneyên ku zaroktiyê nîşan didin hatibû xemilandin. Nûnerên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriy a Demokratîk û bi sedan zarokên Kantona Hesekê tevli mihrîcanê bûn. Mîhrîcanê 2 rojan berdewam kir.
 
Mihrîcan piştî axafitinên ku hatin kirin bi pêşkêşkirina komên hunerî dewam kir. Herwiha 10 komên stran, guvendê û şanoyê ji Til Temir, Hesekê, Dirêbêsiyê derketin ser dikê ûhebûna xwe nîşan dan.
 
Mihrîcan bi belavkirina xelatan ji bo 10 komên stran, dîlan û şanoyê bi dawî bû.