Hejmara Îlonê ya Newaya Jin derket

  • 09:04 1 Îlon 2023
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Jinê Newaya Jin hejmara xwe ya 222'an bi manşeta 'Tevnên konfederalîzma jinê têne danîn' weşand.
 
Newaya Jin di hejmara xwe ya Îlonê de cih da mijarên; hevkariya têkoşîna jinê ya li Kurdistanê û cîhanê, rêyên têkoşîna li dijî tecrîda mutleq a li Îmraliyê, şerê bi çekên kîmyewî, salvegera raperîna 'Jin, Jiyan, Azadî' ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, berxwedana li dijî talankirina xwezayê, armanca dema nû ya Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê, polîtîkayên mêtingerî û talanê yên li Pakistanê.
 
Hêja Zerya di gotara xwe ya bi sernavê 'Tevnên konfederalîzma jinê' de tê danîn, qala paradîgmaya nû, rê û rêbazên jiholêrakirina zexta baviksalarî û hegemonya global kir.
 
Rojnameyê cihekî berfireh da rojeva tecrîda mutleq a li Îmraliyê. Têkildarî mijarê Haskar Kirmizigul gotarek ji analîzê amade kir û destnîşan kir ku têkoşîna gelê Kurd neçar e bikeve çarçoveya berxwedana bênavber a li Îmraliyê.
 
Encamên konferansa bi sernavê 'Rabûna li ber kapîtalîzmê, ber bi avakirina civakeke demokratîk ve' ku di navbera 28 û 30'yê Tîrmehê de li Bogotayê hate lidarxistin, ji aliyê Sara Marcha ve hatin parvekirin.
 
Raperîna gel û jinê ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' piştî qetilkirina Şilêr Resûlî û Jîna Emînî dest pê kir, salekê li pey xwe dihêle. Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn pêvajoya salekê nirxand û diyar kir ku di têkoşîna azadiyê ya jinê de 16'ê Îlona 2022'yan demeke diyarker bû. Zîlan Vejîn destnîşan kir ku raperîna 'Jin, Jiyan, Azadî' bingeha sîstema serweriya mêr hejand.
 
Newaya Jin careke din bal kişand ser gazên bi jehr û kîmyewî ku du sal in bênavber li Herêmên Parastinê yên Medyayê têne bikaranîn. Rojname cih dide hevpeyvîna bi endama Şaxê Elmanyayê ya Yekîtiya Doktorên li dijî Şerê Nukleer ê Navneteweyî (ÎPPNW) Dr. Gîsela Penteker.
 
Siyasetmedar Nîlufer Koç jî sedem û encama Peymana Lozanê, her wiha bandora wê ya 100 salî ya li ser herêmê nirxand.
 
Rojnamevan Bêrîtan Zagros jî bal kişand ser polîtîkayên tundiyê yên li Başûrê Kurdistanê li dijî jinê têne meşandin.
 
Sedem û encamên polîtîkayên talankirina xwezayê yên li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê ji aliyê Guler Yildiz û Roza Metîna ve hate şîrovekirin.
 
Rojnameyê karê salekê yê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê, ku di navbera 30'ê Hezîranê û 3'ê Tîrmeha 2023'yan de kongreya xwe ya 7'emîn lidar xist, her wiha li ser armancên têkoşînê yên 2024'an ên tevgerê hevpeyvîneke girîng weşand. Endama TJK-E'yê Evîn Mizgîn berfirehî û encamên kongreyê ji Newaya Jin re nirxand.
 
Aktîvîsta mafên civakê û jinê ya Pakistanê Azra Talat Sayeed rastiya civakî ya li welêt û polîtîkayên mêtingeriyê ji Newaya Jin re nirxand.
 
Di hejmara nû de hevpeyvîna bi nivîskara pirtûka 'Berxwedana Zeriyan' Rojbîn Denîz re hate weşandin.
 
Di rûpelên portreyê de jî qala çîroka jiyanê ya Fîdan Yildirim, Femînîst a Emerîkî Sûsan Charlotte Falûdî, Berjîn Têkoşer û Padîşahê Kiyanî yê heftemîn Homay Çeherzad hate kirin.
 
Amara Harûn jî qala gerîla Arjîn kir ku 7'ê Tîrmeha 2021'ê di berxwedana Cenga Xabûrê de tevlî karwanê nemiran bû.